FÎDAN EBDULAH / ŞEHBA

Gelên musliman bi kirîna cilên nû, çêkirin û kirîna şêraniyê û ziyareta xizmên xwe cejna remezanê pîroz dikin. Di cenjê de zarok bi kirîna cilên nû û birina xerjiya cejnê kêfxweş û dilşad dibin.

Şêniyên Efrînê her sal ji bo cejnê di nav amadekariyan de bûn lê îsal, Cejna Remezanê dûrî warên xwe pîroz dikin. Şêniyên Efrînê li hemberî şert û mecên zehmet de li berxwe didin û diyar dikin ku rizgarkirin û vegera Efrînê cejna herî mezin e.

Ajansa ANHA'ê di nav kampa Berxwedan geriya û nêrînên şêniyên Efrînê ku li kampê dimînin girt.

Zaroka bi navê Rama Mihemed got:"Ji ber destwerdana dewleta Tirk li ser Efrînê, em neçar man ku cejnê beyî amadekarî pêşwazî bikin û ji ber rewşa aborî em nikarin cil û lîstokên nû bikirin".

Ji aliyê xwe ve dayîka Neîma wiha got:" Cejna Remezanê cejna aştî û dilovaniyê ye, lê artêşa Tirk wateya cejnê ya pîroz guhert û em neçar man ku li kampê cejnê pîroz bikin".

‘Vegera li Efrînê ceja mezin e‘

Apê Henan Xelîl bi bîr xist ku şêniyên Efrînê ji bo cejnê bi keyfxweşî amadekariyên berfireh dikirin, lê dagirketiya Tirkiyê kêfxweş winda kir.  Apê Henan got ku vegera li Efrînê ceja herî mezin e.

(şx)

ANHA