HESEKÊ

Cenazeyên şervanên QSD‘ê Mihemed El-Ehmed, Hatim El-Ezam û Beşar El-Cewher û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xelef El-Mihemed ên ku di qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi tevlêbûna bi sedan şêniyan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hatin veşartin.

Merasîmê oxirkirina bi deqeyeke rêzgirtin û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ, YPG û Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Paşê Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Bi navê Meclisa Kantona Hesekê Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku şehîd efsaneyên qehremantiyê li hemberî teroran nîvisandina, bi saya wan serkeftin nêzîk dibe.

Bi navê hêzên leşkerî ji fermandaran Tolvîn Nîdal axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Girse cenazeyên şehîdan di nava dirûşe û tilîliyên dayikan veşartin.

ANHA