ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Dewleta Tirk di çarçoveya Komploya Navdewletî de ku ket sala xwe ya 20'an, di binpêkirinên xwe de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de berdewam e. Tecrîdeke giran li Ocalan ferz dike, hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re qedexe dike.

Têkildarî mijarê şêniyên bajarê Hesekê nerazîbûnên xwe anîn ziman û tekez kir ku felsefeya Ocalan xelasiya gelên bindest ji zilma pergalên zordest e.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê Mihemed Beşîr wiha axivî: "Divê cîhan zanibe her çi qas dewleta Tirk belavkirina fikr û felsefeya Ocalan qedexe bike, dê têk biçe. Ji ber ku fikrên Ocalan rêya azadiya Rojhilata Navîn e û dê felsefeya wî li hemû cîhanê belav bibe."

Ji aliyê xwe ve endamê Navenda Çand û Hunerê Ebdulselam Mihemed tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku gelên bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo bidestxistina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek in û wiha domand: "Komploya li dijî Ocalan dê bi hêz û vîna gelê wî têk biçe."

Girêdayî heman mijarê mamoste Ferhan Etiye yê ji navçeya El-Tiwênê ye diyar kir ku wateya mirovahî û nirxên demokratîk di fikr û felsefeya Ocalan de diyar dibin.

Di dawiyê de Etiye bang li rêxistinên hiqûqî û dewletên ewropayî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û li rex gelên Rojhilata Navîn bisekinin û bi lez Ocalan serbest berdin.

(şx)

ANHA