KOBANÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyên şervanên YPG'ê Ebdilqadir Mihemed *(Ebas Kobanê) û Delîl Ebdela (Lezgîn Kobanê) ên dema erka xwe pêk tanîn şehîd bûn,  bi merasîmekê li goristana şehîd Dicla a Kobanê bi merasîmekê spartin axê.

Welatiyên beşdarî merasîmê bibûn, alên YPG, YPJ, TEV-DEM û wêneyên şehîdan rakiribûn. Merasîm li goristanê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir.

Paşê li ser navê Desteya Erka Xweparastinê Dilbirîna Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "şehîd Ebas û Lezgîn tevî ku xwedan malbat bûn dûrî erka welatê xwe neketin, van her du qehreman li dijî her êrîşan derketin. Bi tekoşîna xwe gotin ku zarokên vî welatî dê tu carî serê xwe ji dijminan re natewîn in."

Di berdewama merasîmê de endamê rêveberiya PYD ê Ehmed Xoce jî axivî û ev tişt anî ziman: "Dijminê gelê kurd her dem bi  çavekî kêm li gel me dinere, lê ji ber qehremanên wekî van şehîdan, hesaban ji gelê me dikin. Bi saya xwîna van şehîdan em li ser piyan disekin in."

Diya şehîd Event Andoq,  Helîm Îbrahîm jî di merasîmê de axivî û got ku hemû şehîd zarokên wê ne û got: "Keca min şehîda hemû gelê kurd e."

Piştî axaftin bi dawî bûn, sicîlên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di merasîmê de nasnameyên şehîd Eventa Andoq (Arîn Alî) û Kurtay Feraşîn (Kamîran Mislim) ên li Çiyayê Besta şehîd bûn, hate ragîhandin.

Di dawiya merasîmê de girsaye gel cenazeyên herdû şehîdan bi diruşmeyan spartin axê.

(şm-sn)

ANHA