NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihandin ku şandeyeke Amerîka û Îsraîlê serdaneke veşartî li Ukraniyayê kirin da ku agahiyên der barê sîstema parastina ezmanî ya Rûsyayê S-300 de ku radestî Ukraniyayê hatiye kirin werbigirin.

Leşkerên Ukranî ji şandeya Amerîka û Îsraîlê re pêşniyar kirine ku sîstema S-300 bi xwe biceribînin û ji bo vê yekê Amerîka 18 balefirên F-15 ji Ukraniyayê re şandine û Îsraîlê jî pîlot şandine da ku karibin sîstema S-300 li ser balefirên Amerîka biceribînin.

Rûsyayê di destpêka meha Cotmeha îsal de fûzeyên S-300 radestî rêjîma Sûriyeyê jî kirin, nemaze piştî ku balefireke Rûsyayê li hemberî berava Sûriyeyê di 17'ê îlûnê de hate xistin.