CEFER CEFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di 20`ê Çileya 2017`an artêşa Tirk a dagirker êrîşî xaka Efrînê kir û şervan û şêniyên Efrînê berxwedaneke mezin da meşandin.

Şêniyên Efrînê di 18`ê Adarê de ji ber balafirên dagirkeriya Tirkiyeyê û rûxandina malên şêniyan, neçar man ji welatê xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê.

Yek ji armancên êrîşên Tirkiyeyê, qirkirina çanda gelê Kurd li Efrînê ye, lê saziyên çandî û hunerî li kantona Şehbayê ji nû ve xwe bi rêxistin kirin.

Der barê mijarê de, li kampên kantona Şehbayê Yekitiya Hunermendan klîbek ji straneke nû re di nava şêniyên Efrînê de ku di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de, amade kir.

Strana `Berxwedana Efrînê` li ser berxwedana şêniyên Efrînê ye ku 58 rojan dewam kir, niha jî li kantona Şehbayê di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de berxwedana xwe dimeşînin.

Der barê mijarê de hunermend Ehmed bi rêya ajansa me da zanîn ku êrîşa li ser Efrînê ne tenê êrîşekî leşkerî bû û wiha pê de çû: "Êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê li ser çanda gelên herêmê bû, mînaka wê jî piştî dagirkeriya Efrînê çeteyan peykerê Kawa Hedad rûxand."

Xanî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Divê em xwe bi rêxistin bikin û tevî derfetên kêm şêniyên Efrînê jiyanek afirand, baweriya me bi îradeya me hişt ku em ji nû ve xwe bi rêxistin bikin."

(jo)

ANHA