HEMED EL-MISTEFA - EMMAR EL-XELEF / REQA

Girêdayî rewşên dawîn ên herêmê, bi taybet avakirina herêma ewle di nav xaka Sûriyê de, şêx û rûspiyên êlên Reqayê ji ajansa me re axivîn û girêdana bi yekbûna xaka Sûriyê û yekrêziya refa şêniyan tekez kirin.

Şêxê eşîra El-Berîc şêx Mihemed Nûr El-Zîb diyar kir ku herêm bi saya ciwanên xwe ku bi şev û roj wê diparêzin, di nav ewlehî û aramiyê de ye û ji ber wê gelek koçber lê bi cih bûne.

Mihemed Nûr El-Zîb wiha domand: "Eger Erdogan gefa qewirandina penaberên Sûrî û vegera wan ji Sûriyê re dixwe, em amade ne tevahiya koçberên Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî bikin. Ew vedigerin warên xwe, ew zarên vî welatî ne. Em cîhanê bi penaberan mîna wî tehdîd nakin, lê belê em ji dewletên cîhanê dixwazin Erdogan û kirinên wî yên dijminahî der heqê gelê Sûriyê de rawestînin."

Şêxê êla Sebxa Mihemed Tirkî El-Sewan destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di destê zarên wê de ye û wiha pê de çû: "Em nexwazin ajandeyên derve, şert û mercan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê bi kar bînin. Tirkiye ku bang li avakirina “herêmeke ewle” li ser xaka me dike û ji bo pêkanîna vê kesayetên zeîf bi kar tîne. Em jê re dibêjin ew kes ji welatê xwe revîne û di otelên Stenbolê de xwe diparêzin, ne xwedî biryar in. Ji ber ku wan rûmet û xaka xwe firotine da ku koleyên ajandeyên derve bin. Lewre em nahêlin mîna wan kesan xaka me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, binpê bikin."

Di dawiya gotinên xwe de Mihemed Tirkî El-Sewan destnîşan kir ku hêzên QSD`ê tenê mîsogeriya yekitî û parastina herêmê ne û wiha dewam kir: "QSD ciwanên herêmê ye û îro bi saya wan çeteyên DAIŞ`ê li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî dibin.”

Her wiha şêxê êla Cabat Telal Hîlal El-Sîbat peyamek ji cîhanê re şand û wiha got: "Gelo hûn çawa avakirina herêmeke ewle bi çavdêriya Tirkiyê dixwazin tevî ku hemûyan dizanin ku Tirkiyê terorîst şandine Sûriyê? Tirkiyê deriyên xwe ji derbasbûna terorîstan ji bo Sûriyê re vekirin û azarên gelê Sûriyê zêde kirin. Niha hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve bike û ji bo wê jî kesên ku xwe firotine û ji welat revîne, bi kar tîne."

Şêx Telal El-Sîbat teqez kir ku ew qebûl nakin ku destgirên terorê û çeteyan derbasî xaka wan bibin û çavdêriya herêma ewle bikin û wiha got: “Em tenê şervanên herêmê yên Sûrî ku herêm ji terorê rizgar kirine, qebûl dikin.”

(şx)

ANHA