GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn îro dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Mezlûm Hesekê" bidawî kir. 238 şervan tevlî dewerya perwrdeyê bûn. 

Dewreya perwerdeyê mehekê dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî û leşkerî hatin dayîn.

Fermandarên QSD, YPJ û bi dehan malbatên şervanên QSD`ê beşdarî merasîma bidawîkirina dewreya perwrdeyê bûn.

Merasîma bidawîkirina dewreya perwrdeyê bi rêzgirtin hate destpêkirin.

Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Dijwar Girê Spî axivî û destnîşna kir ku Sûriyê di aloziyekê de derbas dibe, lê mixabin ew kesên bi navê mirovahî bang dikin, tu helwestên ji bo rawestandina vî şerî nîşan nedan. Dijwar Girê Spî diyar kir ku bi saya şervanan wan herêm ji çeteyan rizgar kir.

Dijwar Girê Spî tekez kir ku ew ê heta dawiyê li ser rêya rastiyê bimeşin û parastina gelê bindest bikin û alîkariya wan bikin.Paşê şervanan soza leşkerî dan.

Merasîma bidawîkirina dewreya perwrdeyê bi xelekên dîlanan bidawî bû.

Paşê şervanên ku dewreya perwerdeyê bidawî kirin berê xwe dan eniyên Pêngava Bagera Cizîrê.

(bx)

ANHA