QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Dilbirîn Hec Yûnis (Dilo Hesekê) ku di qonaxa dawîn di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd li Amûdê hatiye vedan.

Kon bi wêneyên şehîd Dilo û şehîdên şoreşa Rojava û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên şoreşa Rojava hatibû xemlandin.

Di merasîma sersaxiyê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundên wê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî amade bûn, her wiha çalakgerên greva birçîbûnê û şervanên YPG`ê û YPJ`ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn di merasimê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin ji aliyê Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Zîwar Elî, Endamê Buroya Têkiliyên YPG`ê yê qada şehîd Rustem Cûdî Cesûr Amûdê, Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo, Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Herêma Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd Dilo Hesekê û hemû şehîdên azadiyê re xwestin. Axaftvanan  destnîşan kirin ku şehîd fermandarên wan ên menawî ne û bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandine.

Axaftvanan diyar kirin ku malbata şehîd Dilo Hesekê ji destpêka şoreşa Rojava di nava tekoşînê de ye û wiha domandin:"Di kesayeta şehîd Dilo de em berxwedana şervanên ku niha di çeperên şer de li dijî çeteyan dimeşînin silav dikin".

Axaftvanan destnîşan kirin ku rûmeteke mezine ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hebûna çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine kirin û wiha gotin:"Ev serkeftinên mezin bi saya lehengiya şehîdên me ne, hevgirtina ku niha di navbera hemû pêkhateyên herêmê de xeyalê şehîdên me bû. Wan ji bo vê yekê canê xwe feda kirine.”

Axaftvanan di dawiyê de soz dan şehîdan û gelên herêmê ku ew ê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin.

Şêniyên navçeyê dê heta seatên êvarê biçin konê sersaxiyê û sersaxiyê ji malbatê re bixwazin.

(jo/bm)

ANHA