ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgeha Idlibê berê rêjîma Sûriyeyê ya nû bû ku ji aliyê Rûsya û Îranê ve di qada leşkerî û siyasî de tê birêvebirin, piştî ku başûrê Sûriyeyê û derdora bajarê Şamê bi hevpeymanên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de der barê Efrînê de ji opozîsyona ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirt, vala kir.

Her du aliyan ji hevpeymanê sûd wergirt. Rûsyayê serweriya xwe li giştî başûr û li ser sînorên bi Urdunê û Îsraîlê re ferz kir ku her du hevkarên Brîtanyayê ne û vê yekê tevliheviyek di navbera dewletên rojavayî û NATO'yê de nemaze di navbera Tirkiye û Amerîkayê de derxist. Tirkiyeyê jî derbe li Kurdan da û projeya xwe ya tunekirina Kurdan bi hemû rêbazan dide meşandin.

Lê Erdogan dubare serê xwe ji Rûsyayê re tewand da ku çalakiya radestkirina Idlibê dereng bixîne û destûra nû ya Sûriyeyê gotûbêj bike. Ji ber vê yekê Rûsya, Tirkiye û Îran li hev civiyan û piştre Rûsya û Tirkiye careke din li Soçiyê li hev civiyan û der barê devera bêçek a Idlibê û gundewarên rojavayê Helebê de lihevkirineke demkî pêk anî.

Li rex zêdebûna nerazîbûna dewletên rojavayî ji aliyekî ve û zexta Rûsyayê li ser Tiriyeyê ji aliyekî din ve, Erdogan di helwest û biryarên xwe de tevlihev bû û ji bo aramiyekê pêk bîne berê xwe da lûtkeya çaralî ya li Stenbolê da ku hin sûdên xwe ji her du aliyan wergire. Encamên hevdîtina di navbera Fransa, Almanya, Rûsya û Tirkiyeyê de eşkere nebûn, lê Tirkiyeyê dest bi derxistina tevliheviyan li rojhilatê Firatê kir ku di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de ye.

Çalakvan û nivîskara Amerîkî Meredith Tax behsa civînê kir û diyar kir ku Tirkiye xebatên xwe tenê li gorî daxwaza Rûsyayê pêk tîne da ku dewletên rojavayî tevlihev bike û wiha got: "Diyar e Almanya û Amerîka tevliheviyekê dibînin û dixwazin rastiya lêpirsîna doza Xaşiqçî sûdê wergirin. Erdogan bi rêya êrîşîn li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji mijarê bireve. Ev yek beriya niha jî pêk anî. Her wiha kêfxweşiya Pûtîn jî dike ji ber ku dewletên rojavayî parçekirî nîşan dide. Rûsya hêvî dike ku topbarana wê li dijî Rojava dê ji El-Esed ve nêzîk bike. Lê planeke birêxistinkirî di vê derbarê de tune ye."

Meredith Tax dibîne ku Almanya û Amerîka gelekî bi hilbijartinên hundirîn mijûl in û Merkel di toreya hilbijartinan de gelek alîgiriya xwe winda kiriye û Trump jî hêza xwe li ser sînorê Meksîkayê belav dike û gefan li Amerîka Latîn beriya hilbijartinên kongreyê dixwe. Ji ber vê mijarê li hemberî rayedarên Pentagon rû bi rû dimîne. Meredith Tax bal kişand ku eger Tirkiye hewl bide artêşa Amerîka û hevkarên wê QSD'ê li Bakurê Sûriyeyê sor bike, Trump dê di vê çarçoveyê de tev bigere.

Mamosteyê Zanîngeha Sussex a Brîtanyayê Kamîran Metîn dibîne ku ev geşedanên dawîn ew ku Tirkiye ji bêdengî û mijûlbûna dewletên Ewropa bi mijara koçberan sûdê werdigire û êrîşî Bakurê Sûriyeyê dike û siyasetên dewletên Ewropayê bi taybet Fransa û Almanya li hemberî Sûriye û Tirkiyeyê bi rêya siyasetên hundirîn ji aliyekî ve û berjewendiyên cografîk û stratejîk li hemberî Rûsyayê ji aliyekî din ve diyar dibe. Ne pêkan e hikumetên desthilatdar li Fransa û Almanya pêleke nû ya koçberan pêşwazî bikin. Tirkiye vê yekê baş nas dike û ji bo razîbûnên dîplomasî û siyasî ji Ewropa wergire vê mijarê bi kar tîne.

Metîn wiha didomîne: "Daxwaza sereke ya Tirkiyeyê ku dixwaze pêk bîne ew e ku bêdengiyeke rasteqîn ji van dewletan wergire da ku projeya xwe ya tunekirina rêveberiya xweser li Bakurê Sûriyeyê ye. Li rex zêdebûna dijberiyan di navbera dewletên rojavayî û Rûsyayê de bi taybet piştî ku Amerîka ji hevpeymana nuklerî ya bi Rûsyayê re vekişiya, dewletên Ewropa hewl didin Tirkiyeyê li derveyî çarçoveya Rûsyayê bihêlin. Ji ber vê sedemê dibe ku şertên Tirkiyeyê yên der barê Rojava û Bakurê Sûriyeyê de qebûl bikin. Ji ber vê yekê pêdivî bi hevpeymanekê ji bo derbkirina Kurdan tune ye. Lê di navbera Fransa û Almanyayê de hevpeymanek heye ku Tirkiye dikare vê mijarê bêyî ku were cezakirin pêk bîne.

Di heman dema êrîşa Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê de  odeya çalakiyan a pêngava tunekirina terorê ya li dijî DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê neçar ma çalakiyên xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê demkî rawestîne.

Amerîkayê xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku ew jî tevgerên Tirkiyeyê ne razî ye û got ku dê alîkariya xwe bi QSD'ê re bidomîne û dê hewl bide aramiyê pêk bîne û piştî wê dewriyeyên hevbeş bi QSD'ê re li ser xeta sînorê Kobanê û Girê Spî û Serêkaniyê dane meşandin da ku çavdêriya rewşê bikin.

Li rex van pêşketinên lezgîn li Bakurê Sûriyeyê, çavdêr dibînin ku Tirkiye hewl dide tevliheviyan derxe da ku çalakiya radestkirina Idlibê dereng bixîne û mayîndina xwe di Sûriyeyê de dirêj bike. Her wiha li derfetekê digere da ku hemû aliyan bi razîkirin bide û Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe.

ANHA