MÛRADA KENDA – ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Telal Mihemed heman deme destnîşan kir ku êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aboriya Tirkiyeyê dikin û wiha got: “Heke êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên rizgarkirî dewam bikin, wê qeyrana aborî û civakî di nava Tirkiyeyê de zêdetir bibe.”

Tekîldarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku Rûsya piştgiriya şerê rojhilatê Firatê dike.

‘Dewleta Tirk li hemberî çareseriya Sûriyeyê disekine’

Telal Mihemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku, êdî divê hemû kes zanibe ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd tê meşandin.

Talal Mihemed wiha dewam kir: “Destdirêjî li ser deskeftiyên gelê Kurd tên kirin. Yek ji wan destdirêjiyên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk a dagirker li ser armanca dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên wekî DAIŞ’ê ava kirin û bi ser herêmên Sûriyeyê de bi rê kirin. Hewldanên dewleta Tirk ew e ku sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîne û li hemberî çareserkirina qeyrana Sûriyeyê bisekine. Dewleta Tirk a dagirker hemû hêza xwe ji wan çeteyên hovanê digire. Heke çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bibin êdî dewleta Tirk nikare hincetê ji xwe re ava bike.”

Telal Mihemed diyar kir ku êdî çeteyên ku dewleta Tirk ava kirine bûne bela serê wan û wiha pê de çû: “Di nav qeyrana aborî de Tirkiyeyê nikarî xwedî li çeteyan derkeve. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aboriya Tirkiyeyê dike. Heke êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên rizgarkirî dewam bikin, aborî û qeyrana civakî di nava Tirkiyeyê de we kurttir bibe. Dewleta Tirk a dagirker hemû aboriya xwe li ser şer belav dike. Krîza aboriya Tirkiyeyê de diyar dibe ku tu hêza wan a aborî nemaye.  Siyaseta ku Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin nexasim bandorê li aboriya Tirkiyeyê dike.”

‘Rojên êrîşan bi taybet hatin hilbijartin’

Telal Mihemed  bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt got: “Êrîşên niha jî bi armanca kurkirina qeyrana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û hêzdayîna çeteyên DAIŞ’ê ne. Bêguman wexta êrîşên li ser Grê Spî bi teybet hatin hilbijartin. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bû û piştî civîna lûtkeya çaralî bi zanebûn êrîş li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.”

‘Tekîldarî êrîşan nîqaş di lûtkeya çaralî de hatiye kirin’

Telal Mihemed destnîşan kir ku bêdengiya dewletên navneteweyî encamê civîna lûtkeya çaralî ye û wiha got: “Der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin nîqaş di civîna lûtkeya çaralî de hatine kirin. Bi taybet Rûsya û dewleta Tirk a dagirker têkîldarî êrîşên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kirine. Rûsya jixwe dixwaze li aliyê rojhilatê Firatê pirsgirêk dewam bike da ku berjewendiyên xwe li ser herêmê pêk bîne. Her wiha rêjîma Sûriyeyê jî ketiye nav bêdengiyê. Ev jî diyar dike ku rejîma Sûriyeyê bi kûrkirina qeyrana li Sûriyeyê re ye.  Nêzîkatiya rejîma Sûriyeyê rê li êrîşan nagire, mixabin derî li êrîşan vedike. Di nav wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker de rejîma Sûriyeyê jî dixwaze li ser herêmên ku YPJ/YPG’ê rizgar kirine, tehekkûma xwe ferz bike. Yek jî wan berjewendiyên rejîma Sûriyeyê ew in ku hêzên YPJ/YPG’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bê bandor bikin û desthilatdariya xwe li ser gelan dîsa vegerînin.”

‘Têkçûna DAIŞ’ê têkçûna desthilatdariya Tirkiyeyê ye’

Telal Mihemed bal kişand ser nêzbûna têkçûna DAIŞ’ê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşî li têkçûna DAIŞ’ê bigire, tevliheviyê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derdixe. Heke DAIŞ têk biçe, dê dewleta Tirk jî têk here.”

‘Rûsya piştgiriya şerê rojhilatê Firatê dike’

Telal Mihemed anî ziman ku, dewleta Tirk a dagirker çeteyên ku li Idlibê bi cih kiribûn niha wan bi aliyê rojhilatê Firatê de bi cih dike û wiha got: “Armanc ew e ku bi rêya wan çeteyan êrîşî Rojhilatê Firatê bikin. Bi taybet Rûsya piştgiriya şerê Rojhilatê Firatê dike. Tirkiye û Rûsyayê di civîna Soçiyê de lihevkirinek der barê êrîşên li ser Rojhilatê Firatê de çêkiribûn. Niha jî dixwazin hin xalên lihevkirinê pêk bînin. Demdayîna derxistina çeteyên li Idlibê negihaşt armanca xwe û dewleta Tirk bi hin bûyeran mijara derxistana çeteyên li Idlibê sar kir. Hevdîtînên dewletan li ser Idlibê eşkere derxist holê ku demdirêjiya hebûna çeteyan esas hatiya girtin.  Tirkiye jî bi hebûna çeteyan bazara bi dewletan re dike û dixwaze axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.”  

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî kir ku pêwîst e êdî ji bêdengiyê derkevin û sînorêkê bi lêz li pêşiya êrîşên dewleta Tirk deynin.

ANHA