ŞEHBA

Mûdîriyeta Şûnwaran û Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê panêleke bi navnîşana "Rewşa şûnwaran li Efrînê di navbera teorîk û pratîkê de" li kampa Serdemê li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîkn a kantonên Efrîn û Şehbayê, hejmarek rewşenbîr, rêveber û endamên Mûdîriyeta Şûnwaran û hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif di panêlê de amade bûn

Panêl bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hediya Yûsif axivî û got: "Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser şûnwarên kantona Efrînê armanc jê tunekirina şarestaniya herêmê ye. ji ber ku herêm bi dîroka û resenbûyîna xwe navdar e."

Hediya Yûsif, destnîşan kir ku artêşa Tirk a agirker ne tenê bi kuştina sivîlan gel tune dike, lê belê bi hedefgirtina deverên dîrokî û çandê dixwaze gel tune bike.

Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeya anî ziman ku divê qanûna parastina şûnwaran û çanda gelan di qadên navdewletî de werin nîqaşkirin û bang kir ku divê dozeke  navdeweletî der heqê dewleta Tirk de were vekirin.

Endamê Komîteya Şûnwaran Selah Sîno semînereke da û deverên dîrokî yên Efrînê re da naskirin.

Sîno, anî ziman ku li Efrînê 56 deverên dîrokî yên pir kevin hene û 90 girên şûnwarî hene.

Selah Sîno, her wiha girîngî û çawaniya parastina çand û şûnwaran li hemberî destnîşan kir  û got, divê gel dîrok û şûnwarên xwe nas bikin.

Piştî semînerê, deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin. Piraniya nêrîn û pêşniyarên beşaran li ser binpêkirinên li dijî çanda Efrînê bûn. Hate gotin ku destdirêjiya li ser deverên dîrokên bendên peyaman Lahay ya 1954 ya taybet bi parastina deverên dîrokî, çandî û şûnwarî binpê dike. Beşdaran pêşniyar kirin ku dozeke der heqê dewleta Tirk de were vekirin. Wekî din jî hate pêşniyarkirin ku metryaleke taybet bi şûnwaran di perwerdeyê de were dayîn.

Herî dawî daxuyaniyeke ji aliyê mûdîriyeta Şûnwaran a Efrînê ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de, binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên talankirina deverên çandî û şûnwaran  hate şermezarkirin û wekî sûcekî şer hate binavkirin.

Her wiha bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van binpêkirinan hate şermezarkirin û  hate destnîşan kir ku civaka navdewletî bi bêdengiya xwe şîrêkê Tirkiyeyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî, û UNESCO hate kirin çanda gelan biparêzin û peyaman Lahay ya 1954 pêk bînin.

ANHA