REQA

Beriya vê bi salekê çeteyên DAIŞ'ê piraniya beşên Bendava Tebqayê beriya ku ji hêla QSD'ê ve ji herêmê werin qewirandin, wêran kiribûn. Piştî rizgarkirinê Meclisa Sivîl a Tebqayê û paşê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi rêya peydakirina alav, endezyar û karkeran piştgiriya xebatên sererastkirina bendavê kir. Heta niha ev piştgirî berdewam e.

Rêveberê bendava Firatê Mihemed Şêxo bi rêya ajansa me ragihand ku ew pêngaveke nû ji bo xebatên sererastkirina bendavê didin destpêkirin. Şêxo destnîşan kir ku endezyar ji bo ji bo sererastkirina torbîna hejmara şeşemîn a bendavê dixebitin ku çeteyan bi rêya çandina mayinekê ew anîne rewşekê ku neyê bikaranîn.

Bendav ji 8 torbînan pêk tê. Hêza her yekê 100 megawat e.

Ji aliyê xwe ve endezyarê bi navê Elî El-Rawî behsa xebatên destpêkê yên sererastkirinê kir ku di encamê de bajar hate avdan. Her wiha El-Rawî destnîşan kir ku ev xebat bi piştgiriya madî ji hêla Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ve di wê demê de pêk hat.

Bi desteka Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê her sê torbînên bi hejmarên 1, 3, 7 ku kehrebeyê didin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin sererastkirin û her wiha stasyona El-Babîr a ku avê dide bajarê Helebê, hate temîrkirin.

Di dawiyê de endezyar Mihemed Oso spasiya desteka domdar a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xebatên sererastkirinê yên Bendava Firatê di heman dema meşandina xebatên sererastkirina Bendava Azadiyê (Bass) de, piştî ku her du bendav bi Bendava Rojava (Tişrîn) ve hatine girêdan, tên meşandin.

(şx)

ANHA