NAVENDA NÛÇEYAN

Koçka Spî duh daxuyaniye li ser navê serokê Emerîka Donald Tramp derxist û tê de wiha dibêje: "Li gorî serweriya min.. ez Wezîrê Karên Derve bi hevkariya wezîrên Darayî, parastin, bazirganî û birêveberê istixbarata niştimanî erkdar dikim ku daxwazên li gorî benda 'C' ya qanûna budceya leşkerî ya Emerîka ya sala 2018'an a darayî pêk bînin."

Benda "C" ya vê qanûnê serokê Emerîka neçar dike ku rapor û pilanekê pêşkêş bike da ku cezayan li ser rayedarên ku hevpeymana tunekirina fûzeyên nêzavêtin ji aliyê Rûsyayê binpê kirine ve ferz bike û di nava wan de endamên hikûmeta Rûsyayê ji aliyê kongirêsa Emerîka ve."

Ev bend her wiha pêşniyar dike ku hemû alûgorên darayî û milkiyetên van kesan li ser axa Emerîka qedexe dike û derbasbûna wan a Emerîka jî qedexe dike.

Emerîka û Yekîtiya Soviyêt di 8'ê kanûna 1987'an de hevpeymana tunekirina fûzeyên navîn û nêzavêtin li Waşintonê îmze kir û di hizêrana 1991'an de Yekîtiya Soviyêt 1946 fûze tune kirin û Emerîka jî 846 fûze tune kirin û xebatên lêkolîneran di vê derbarê de di sala 2001'an de bi dawî bû.

Di tîrmeha 2014'an de Emerîka cara yekemîn Rûsya tewanbar dike ku ev hevpeyman binpê kirine. Di 8'ê kanûna 2017'an de Wezareta Karên Derve ya Emerîka ragihand ku Waşintonê dê tedbîrên aborî û leşkerî li hemberî Rûsyayê ferz bike.

(jh)