Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt nivîsand: "Hikumeta nû ya Sûdanê ya ku pêşketinên mezin pêk tîne, erê kir ku 335 milyon dolar bide qurbaniyên terora yên amerîkî û malbatên wan. Heger bide ez ê Sûdanê ji lîsteya dewletên ku destekê didin terorê rakim. Piştî demeke dirêj a hêviyê, pêkanîna edaletê ji bo gelê Amerîka û Sûdanê re gaveke mezin e."
Berpirsekî amerîkî ji ajansa Reutresê re ev helwesta Amerîkayê wekî destpêka tevgerên ji Sûdanê ber bi sazkirina têkiliyên dîplomatîk bi Îsraîlê re bi nav kir.
Nûçegihana kanaleke Îsraîlî Gili Cohen got, di diyalogên Sûdan û Îsraîlê de yên derbarê îmzekirina peyama sazkirina têkiliyan de pêşketinên mezin heye. Her wiha destnîşan kir ku tê texmînkirin ku di rojên bê de têkiliyên doplomatîk di navbera herdu aliyan de fermî were ragihandin, li beramberî ku DYA'yê Sûdanê ji lîsteya dewletên ku destekê didin terorê derxîne.