GIRÊ SPÎ

Lîstika yekem a turnuveyê li stadyoma navçeya Eyn Îsayê pêk hat.

 Lîstik ji aliyê  şêniyên navçeyê bi coşeke mezin hate temaşekirin.

Di lîstîkê de tîma Sefsafa bi 1-0 serket.

Turnuveya futbolê ya herêma Firatê bi beşdarbûna 16 tîmên ji Kobanê, Girê Spî, Eyn Îsa, Minbic û Tebqayê"hatiye organîzekirin û li gorî 4 koman hatine belavkirin.

Tîmenê beşdarî turnuvey bûne "Cizîrê, Hêzên Ewlekariya Navxweyî, Sed, Umal, Yekitî, Şebab, Sefsafa, Eyn Îsa, Şerîf, Kampa Eyn Îsa, Firat, Ciwanên Girê Spî, Emel Rîhab, Ciwanên Sirînê û Wefa"

Li Kobanê, Tebqa û Minbicê jî lîstik hatin lidarxistin.

Maça daw ya turnuveyê dê 27 vê mehê (Cotmehê) were lîstin.

ANHA