NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Brian Hook ji rojnamevanan re der barê siyaseta li hemberî Îranê de diyar kir ku cezayên Amerîkayê şîrketên sîgortayê jî digire nava xwe.

Her wiha da zanîn ku guman e keştiyên Îranê berê xwe bidin şîrketên sîgortayê yên hundirîn û got ku ne pêkan e ev şîrket karibin ziyanan wergirin ku dibe milyaran dolar derbas bike, eger karesata mezin pêk were. Hook got eger keştiyeke Îranê rastî qezayekê were ev şîrket nikarin ziyanên wê bidin.

Amerîka ji roja Duşema borî ve hewl dide hemû derfirotinên petrola Îranê rawestîne. Amerîka di Gulana borî de ji hevpeymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyabû.