QAMIŞLO

Bi dirûşmeya 'Bi têkoşîna ciwanan em ê Sûriyeyek azad û demokratîk ava bikin', îro çalakiyên Kongerya Duyemîn a Ciwanên Rojava li bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna 5 hezar ciwanên herêmê û mêvan ji Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û tevî ciwanên enternsayonalîst destpê kir.

Stad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ku ev nivîs lê hatibûn nivîsandin 'Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û Serok Apo em ê têkoşîna xwe li dijî xayînan bilind bikin', 'Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re em ê gelê Sûriyê bighînin azadiyê'. 'Serî hildin, Şer bikin û Efrîn rizgar bikin', 'Tekane hilbijêra jiyanê berxwedan û şer e', 'Em ê hesabê ji rêjîma Bass li ser sûcên wî der heqê gel û welat de bixwazin', hatibû xemilandin.".

Piştî bi dawîbûna axaftinan, senefizyonek têkildarî têkoşîna Ocalan û komeke ciwanên Kurd û yên ji netewên dîtir hate nîşandan. Di senefizyonê de rola ciwanan a pêşeng a pêşeng di şoreşê de hate destnîşankirin. Her wiha tekezî li ser banga Ocalan a ji bo ciwanan hate kirin.

Çalakiyên roja yekem a Kongreya Duyemîn a Ciwanên Rojava piştî bidawîbûna senefizyon û şûnde bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û têkoşîna ciwanan bi dawî bû.

(şx)

ANHA