HESEKÊ

Xebatkarên şaredariyên gel ên bajarê Hesekê beriya hefteyekê dest bi sererastkirina stada bajarê Hesekê kir.

Yek ji kesên ku xebatên sererastkirinê dişopîne Hecî Abdulsemid got wan ji destpêka meha Mijdarê ve dest bi xebatên sererastkirina stadê kiriye û destnîşan kir ji bo sererastkirina stadê 11 roj dane da ku ji bo lidarxistina du çalakiyan di nava hefteyên pêş de were amadekirin.

Abdulsemed di axaftina xwe de diyar kir ku bi awayekî zêde stad hatibû xirakirin û got bi demê re di nava pêşbirkê de ne da ku xebatên sererastkirinê bi awayekî lezgîn bi dawî bikin. Her wiha Abdulsemed diyar kir ku 55 xebatkar bi şev û roj xebatên sererastkirinê dikin da ku di zûtirîn demê de bi dawî bikin.

Stada bajarê Hesekê ji mezintirîn stadên herêma Cizîrê ye. Cihê 20 hezar kes tê de heye. Ji stad, birk û cihên pêkanîna hemû sporan pêk tê.

Kesên ku xebatên sererastkirinê dikin dixwazin ku beriya 12`ê Mijdarê xebatên xwe bi dawî bikin da ku Mîhrîcana Şehîd Hogir a Çand û Hunerê lê were lidarxistin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Xerbî ya bajarê Hesekê Mizgîn Demir Qaya got ew bi hemû derfetên xwe stadê sererast dikin û teqez kir ku piştî xebatên sererastkirinê bi dawî bibin dê stadê bidin komîteyên ciwana da ku xebatên sporê lê li dar bixin.

(bx)

ANHA