NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser vekişîna hêzên Heşdî Şebî yên ji Şengalê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclisê got ku biryara vekişîna hêzên Heşdî Şebî ji Şengalê dicih deye û bang li civaka Êzidî kir da ku yekitiya xwe ava bikin.

Meclisê di daxyaniya xwe de wiha got; “Em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê vekişîna hêzên Heşdî Şebî di cih de dibînin. Piştî  dagirkirina Şengal ji aliyê DAIŞ‘ê ve, ji bo rizgarkirina axa Şengalê û ji bo civaka Êzidî bibe xwedî îrade tekoşînek pir bi hêz hate meşandin. Ji bo civaka me bikare xwe bi xwe bi rêvebibe hemû sazî û dezgehên pêwîst ji aliyê civaka Şengalê ve hatin avakirin. Di rizgarkirina xaka Şingalê de kêlî bi kêlî hêzên me YJŞ û YBŞ‘ rolê xwe yê erênî leyîstin. Fedekariyek  pir mezin nişan dan.

Di Gulana 2017’ an de 13 gundên me ji aliyê hêzên Heşdî Şebî ve hatin rizgarkirin. Bê guman em keda wan ya ku di ber van gundên mede dayî ji bîrnakin û spasiya wan dikin. Lê belê ew gundên me ku dibin destê hêza Heşdî Şebî de bûn, li wan deveran derfetên jiyanê ji bo gelê me ne hate avakirin. Ji berku hêviya gelê me yên wan gundan jî hebû ku vegerin cih û warên xwe lê belê ev yek bi cih nehat. 

Em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li hemû gelê xwe dikin ku bi hêvîbin, ew jî bi tifaq û bi yekîtiyê çêdibe. Em ji gelê xwere dibêjin yên ku  xwediyê vê axê emin yên ku vê axê bi parêzin jî dîsa emin. Ji ber wê pêwîste em tucaran hêviya xwe nedin ji derve.

Em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bang li Hikumeta Iraq, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan dikin ku em bi hevre gundên me ji bermayiyên çeteyên DAIŞ‘ ê paqij bikin, ji bo gelê me carek din bikare vegere li ser axa Êzidxana pîroz.  Ji bo vê yekê em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê rolê ku bikeve ser milê m e em ê pêk bînin.”