Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê li dar ket, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrî, Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê tê de amade bûn.
Li hola konferansê wêneyên şehîdan û pankartên "Rewşenbîrî zemîna tabloya bedewiyê ye" û "Şoreşa çandî dilsoziya bi şehîdan re ye" hatibûn daliqandin.
Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger di konferansê de axivî, bal kişand ser rola ku dikeve ser milê rewşenbîran di têkoşîna azadiyê de û got: “Reşenbîr dikarin dîrokê mayînde bikin.”
Zelal bal kişand ser rewşa siyasî û wiha dewam kir: “Her rewşenbîrek siyasetmedarek e. Rewşenbîr wekî zanyaran in, ji ber ku siyaset zanebûn e, zanista civakê ye û derxistina rastiya dîrokê ye.”
Her wiha diyar kir ku armanca kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku gel negihêje azadiya xwe. Ji ber ku gelê Kurd xwedî nirxên wekheviyê û jiyana hevbeş e.
Piştre serokê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê Ebd El-Samad Mehmûd wiha axivî: “Erka ku dikeve ser milê rewşenbîran ew e ku dîroka îmhakirina gelê me tune bikin, dîroka serdema nû binivîsin.”
Tê payîn ku di dawiya konferansê de ji bo desteya rêveber 7 kes û ji bo hevserokatiyê jî 2 kes werin hilbijartin.
(sb)
ANHA