NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

"Ji çapemenî û raya giştî re

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, hêzên me li navçeyên Şiyê û Şera du çalakiyên cûda li dijî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin.

1- Di 10'ê Cotmehê de li ser riya di navbera gundê Senarê û navçeya Şiyê de yekîneyeke me li dijî çeteyekî Lîwa El-Weqas çalakiyekî sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Hemûd El-Cuma hat kuştin.

2- Di 11'ê Cotmehê de li gundê Qeretepe ya girêdayî navçeya Şera yekîneyek me li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin."