ŞEHBA

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rêzecivînên xwe yên nirxandinên geşedanên dawîn ji şêniyên kantona Efrînê yên li Şehbayê re didomînin. Di vê çarçoveyê de civîneke li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdas ê kantona Şehbayê li dar xist.

Bi dehan şêniyên Efrînê di civînê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin. Rêvebera Meclisa Kantona Şehbayê Newroz Kobanê geşedanên dawîn şîrove kir.

Newroz di destpêka axaftina xwe de, komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, ku 20 sal in li ser derbas bû.

Newroz Kobanê bal kişand li ser girîngiya berxwedanê ji bo rizgarkirina Efrînê  û wiha anî ziman: "Divê şêniyên Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bikin, ji ber ku tu kesek nayê û welatê me rizgar nake, mayîna me ya li Şehbayê di bin çadiran û kavilan de ji bo her kesî peyameke ku tu kes nikare îradeya gelê me bişkîne, em ji ber ku em ji siyasetên wan ên qirêj xurttirin."

Kobanê di berdewama axaftina xwe, banga piştgiriya YPG û YPJ‘ê kir û wiha anî ziman: "Ev hêzanan dê Efrîn rizgar bikin, divê gelê bi şervanên YPG û YPJ‘ê bawer bin ku dê Efrîn rizgar bikin. Rojane çalakî ji aliyê hêzên me ve li Efrînê têne kirin û derbe li dagirkeran dixin."

ANHA