QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ji bo nirxandina geşedanên siyasî civîneke li dar xist. Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, rewşenbîrên herêma Cizîrê beşdarî civînê bûn.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin û bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka Meclisa TEV-DEM‘ê Zelal Ceger bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku dîrok xwe dûbare dike, dewleta Osman wekî ku beriya 4 sed salan Rojhilata Navîn dagir kiribû û kiryarên ne mirovî dikirin, îro bi destê dewleta Tirk Efrînê hate dagirkirin û gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe.

Zelal Ceger bal kişand li ser biryara Serokê DYA‘yê ya vekişandina leşkerên Amerîkî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Ev biryar piştî gefên Tirkiyê hatin, divê hemû pêkhate li dîrokê vegerin, dîroka berxwedana Serêkaniyê, Şengal û Kobanê, gelê herêmên bêyî mudaxeleyên derve herêmên xwe ji terorê rizgar kirin û niha jî ji êrîşan diparêzin."

Hevseroka Meclisa TEV-DEM‘ê Zelal Ceger teqezî li ser girîngiya yekrêziya gel Kurd di vê pêvajoyê de û wiha anî ziman: "Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Tê xwestin ku gelê Kurd nakokiyên xwe deynin aliyekê û yekîtiya xwe ava bikin da ku êrîşan bişkînin û ewlehiya herêmê biparêzin."

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

ANHA