ŞEHBA

Bi armnca şîrovekirina geşedanên dawî û rola jinan di birêxistinkirina civakê de, hevseroka Meclisa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  Zelal Cîger civînek ji jinên Kmapa Berxwedan re li dar xist. Bi dehan jin tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Zelal Cîger behsa geşedanên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî, di nav de şerê tinekirina DAIŞ‘ê kir.  Zelal Cîger anî ziman ku bi dawîbûna DAIŞ‘ê dê herêm derbasî qonaxeke nû ji pêkanîna projeya Netewa DEmokratîk û Rêveberiya Xweser.

Di berdewama axaftina xwe de Zelal destnîşan kir ku hêzên herêmî û cîhanî yên ku mudexeleya karûbarên Sûriyê kirin aloziya Sûriyê çareser nakin, lê belê ji bo berjewendiyênê xwe tevdigerin.

Her wiha Zelal tekez kir ku hemû şerên li herêmê rû didin şerên kapîtalîzmê ne. Ev hêzanan şerê fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Zelal diyar kir ku Rûsya û Amerîkayê tevî nakokî û dijminahiyên xwe, lê nûnertiya heman pergalî dikin. Her duyan gelê herêmê ji bo bidestxistina bercewendiyên aborî bi kar tînin

Zelal wiha domand: "Di nav vê rewşê de divê şênî li ser bingeha gelên şoreşger xwe birêxistin bikin. Ji ber ku siyasetên şerê taybet destpêkê civakê dike hedef. Ji lew re eger gel azadiya xwe dixwaze divê xwe hertim ji têkoşînê re û bi hemû şêwazan amade bike."

Di dawiyê de Zelal wiha got: " Di Berxwedana Serdemê de asta hêz û vîna jina Efrînê xuya kir. Niha jî berxwedana xwe li Şehbayê didomîne, ji ber ku xwe baş bi rêxistin kiriye. Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê hate naskirin, ji lew re divê îro hemû jin di nav van şert û mercan de ji bo berxwedanê amade bin û dest bi avêtina gavên nû di têkoşîna fikrî de bikin."

(şx)

ANHA