Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Jîngeh û Herêmî ya Rêveberiya Xweser û pispora hawîrdorê Hêvîn Şêxo hişyar da ku heke dewleta Tirk kêmkirina asta ava çemê Firatê bidomîne dê rewşa jiyanî ya li herêmê aloztir bibe û dê karesatên hawîrdorê li herêmê rû bidin.
CIVAK Û JIYAN
Şaredariya Erûr ji bo paqijgirtina jîngehê banga hevkariyê li şêniyan kir
Dema ku mirov di gundê Yûsifiyê yê girêdayî navçeya Girkê Legê re derbas dibe şêwazeke ne şaristanî û bêhnên xirab dibîne. Heger ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê nexweşî belav bibin. Şaredariyê soza çareserkirina vê pirsgirêkê di demekê nêzîk de da.
600 dar li gundê Dêrna Axê hatin çandin
Şêniyên gundê Dêrna Axê yê navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo heta niha 600 dar li gund û derdora wê çandin.
Şênî ji biryara Rêveberiya Xweser a diyarkirina kirêya xaneyan razî ye
Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ji biryara Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ya diyarkirina kirêya xaniyan razî ne. Hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis jî got heke şênî bi rêveberiyê re bibin alîkar dê encamên wê ji bo civakî erênî be.
'Rola malbatan di pêşîlêgirtina madeyên hişbir de sereke ye'
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, rola malbatan di parastina civakê ji diyardeyên neyînî û di serî de madeyên hişbir de pir girîng û sereke ye û piştrast kir ku divê hevkariyek di navbera malbatan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hebe.
Sûka sergirtî ya li Minbicê bûye navenda tevgera bazirganiyê
Sûka sergirtî ya li Minbicê ji ber ku tê de kel û pelên cuda bi nirxên baş peyda dibin, bûye meqseda muşteriyan û bazirganên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
‘Parastina civakê ji madeyên hişbirê erka malbatê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e’
Şêniyên kantona Cizîrê diyar kirin ku parastina civakê ji madeyên hişbirê erka malbat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e û gotin: "Belavkirina madeyên hişbirê cûreyekî şerê taybet e ku armanc jê jihevxistina civakî ye."
Akademiyên Civaka Demokratîk konferansê xwe yê 5’emîn li dar dixe
Akademiyên Civaka Demokratîk bi dirûşma"Bi felsefe û zanista azad ber bi neteweya demokratîk ve" dê sibe konferansê xwe yê 5’emîn li dar bixe.
Kêmbûna ava Firatê bendava Tişrînê dixe xeteriyê
Dewleta Tirk a dagirker bi şêwazê birîna avê şerê gelê Sûriyê dike. Dewleta Tirk dem bi dem avê li ser bajarê Hesekê qut dike û rêjeya herikîna ava çemê Firatê yê ku derbasî Sûriyê dibe jî kêm dike. Ev jî dibe sedem ku bendava Tişrînê bi xeteriyê re rû bi rû bimîne.
Li Şedadê hemleya paqijiyê dest pê kir
Şaredariya Gel a navçeya Şedadê, bi armanca parastina xweşikkirina tax û kolanan hemleya paqijkirinê li tevahî kolanan ragihand.
Cotkarên El-Sûsê şênkahiyê li herêmê zêde dikin
Şêniyên bajarokê El-Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê bi rêya vekirina şitilgehan û peydakirina hemû cureyên dar û gulan hewl didin şênkahiyê li herêmê zêde bikin. Li herêmê her wiha pitşî ku xwezaya wê di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê de hatibû xirabkirin, ji nû ve çandina darên berhemdar zêde dibe.
Li Qamişloyê xebatên avahîsaziyê û bangên rawestandina avahiyên bêserûber
Li bajarê Qamişloyê lêkirinên avahiyan û bêserûberiya wan zêde bûye. Li gel wê jî bertek hene ku lêkirinên avahiyên bêserûber werin sînordarkirin. Hevserokê Şaredariya Gel a Qamişloyê got wan biryarên sînordarkirina bûyerên bêserûberiya lêkirina avahiyan û çavdêriya li zêdegaviyan dane.