NAVENDA NÛÇEYAN

Ji berpirsên TEV-DEM`ê Aldar Xelîl diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên li dijî bakurê Sûriyeyê, hewl dide terorîstan ji tunebûnê xilas bike. Xelîl ji civaka navneteweyî jî xwest ku der barê van êrîşan de helwestê nîşan bide.

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê Aldar Xelîl der barê geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk de bersiva pirsên ajansa me da.

Gelo bi rastî Almanya û Fransa ji bo rawestandina koçberiya ber bi welatên wan ve têkiliyê bi Tirkiyeyê re dikin an berjewendiyên wan ên din hene li herêmê?

Mijara koçberan metirsiyeke mezin e li ser Ewropayê û ew jî vê metirsiyê dibînin. Me dît çawa Erdogan di mijara koçberan de gefên eşkere dide Ewropayê, Erdogan ev mesele ji bo tevlêbûna Yekitiya Ewropayê (YE) jî bi kar anî.

Bêguman li dijî pirojeya me ya demokratîk êrîşên piralî hene, eger ji bo çareseriyê nêrînên me berçav bihatana girtin, dê rewşa li Sûriyeyê baştir aram bibûya. Ewropa dizane ku Tirkiye dikare di mijara koçberan de zirareke mezin bide wan, lewma hetanî ku rêyeke din bibînin xwe ji mijarê didin alî, eger lihevhatinek di navbera Tirkiye û Ewropayê de hebûya dê Tirkiye tev li YE`yê kiribana. Taktîkên Tirkiyeyê û siyasetên wê êdî eşkere bûne û baweriya kesî bi Tirkiyeyê nayê, bi taybet piştî ku têkiliyên Tirkiyeyê bi terorê û tevliheviya li herêmê re eşkere bûn.

Der barê nebeşdariya Amerîkayê ya di civîna çaralî de, hin pirs û guman hene, hin alî dibêjin ji ber Îran beşdarî civînê nebû Amerîka jî ji civînê razî ye, hûn der barê vê mijarê de çi dibêjin?

Li gorî agahiyan tu lihevhatineke girîng di civênê de çênebûye, nêrînên Fransayê yên der barê girîngiya makezagonê (destûr) û beşdariya hemû sûriyeyiyan de li xweşiya Tirkiyeyê nehatine. Jixwe beşdarbûn û nebeşdarbûna Îranê jî ne girîng e, ji ber ku projeyeke Îranê ya xuya heye çi li Sûriyeyê û çi li Iraqê, lewma ne hêsan e ew der barê rola xwe ya li Sûriyeyê de bi kesî re li hev bike.

Jixwe Astana jî hilweşiya, ji ber her sê aliyan Rûsya û Tirkiye û Îranê jî dixwest Astanayê ji bo ku di Sûriyeyê de rola xwe bi hêz bikin, bi kar bînin. Helwesta Amerîkayê ya der barê hebûna Îranê di Sûriyeyê de xuya ye, daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her tim li dijî hebûna Îranê bû, ev bi serê xwe dijberiyeke mezin e.

Di civîna çaralî de li ser du mijaran li hev kirin; yek jê girîngiya dewamkirina xebatên amadekirina makezagona Sûriyeyê li Cinêvê, ya din piştgiriya lihevhatinên Idlibê yên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de. Gelo paşxaneya van lihevhatinan çi ye?

Tirkiye makezagoneke wekî ku Fransa pêşniyar dike, naxwaze, wê her dem asteng bike. Em bi hêvî ne ku aliyên têkildar der barê mijara makezagonê de bigihîjin lihevhatinên girîng, ji ber ev mijar girîng e. Em alîgirên makezagonê ne û nêrînên me yên xuya der barê mijarê de hene, em makezagoneke demokratîk ku hemû Sûriye beşdar bibe, dixwazin. Her wiha pêwîst e ji bo pêkanîna makezagonê jî garantiyên navdewletî hebin.

Her wiha em Cinêvê jî wek rêyeke girîng a çareseriyê dibînin, pêwîst e li gorî vê girîngiyê bê amadekirin û her kes beşdar bibe, bi taybet vîna gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

Di mijara Idlibê de, nîşanên binkeftina hevpeymanê xuya dikin, Rûsya hewl dide vê tiştê veşêre da ku demê qezenc bike û mijaran dereng bihêle ta ku nêrînên nû der barê rewşa Sûriyeyê de derkevin. Ji van mijarên ku dereng dihêle jî mijara makezagon e. Em bawer nakin ku lihevhatinên Idlibê dê encamên erênî pêk bînin, ji ber ku Tirkiyeyê projeyeke wê ya xuya heye ku terorîstên wê derê ji tunebûnê xilas bike.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye dixwaze terorîstan veguhêze herêmên Şehba, Efrîn, Ezaz û derdorên wan, ev jî pirsgirêkeke mezin e. Tirkiye bi vî awayî goga agir ji Idlibê vediguhêze herêmên din ku dê Sûriyeyê û paşeroja çareseriyê têxe metirsyeke mezin, her wiha dê tevliheviyên mezin çêbin û teror bi hin û cure û navên din derkeve, bi taybet ku niha DAIŞ li herêmên Dêrezorê dike bi dawî bibe.

Piştî bidawîbûna civîna çaralî, artêşa Tirk herêma Kobanê topbaran kir, ev nameyeke çawa bû? Gelo ev tê wê wateyê ku di navbera van hêzan de ji bo herêmên rojhilatê Firatê projeyek heye, bi taybet ku dawiya DAIŞ`ê nêzîk bûye?

Ne tenê li Kobanê, Tirkiyeyê duh êvarê Girê Spî jî topbaran kir. Dixwazim tiştekî diyar bikim; armancên Tirkiyeyê li Sûriyeyê xuya ne, ew jî piştgiriya terorê û têkbirina aramiyê û astengkirina çareseriya demokratîk e. Bi taybet herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwedî proje ye, ev herêm jî bi bandor in, ji ber ku ji sedî 30 ji axa Sûriyeyê digire nava xwe. Ev êrîşa Tirkiyeyê ne ya destpêkê ye, lewma divê Koalîsyona Navneteweyî, dewletên têkildar, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê  helwesteke eşkere der barê êrîşên dewleta Tirk de nîşan bidin.

Her wiha divê her kes zanibe ku serkeftinên gelê me li dijî DAIŞ`ê pêk anîne, dê bi hêsanî nekevin ber xizmeta tu aliyan, em têkiliya xwe bi  Koalîsyona Navneteweyî re wek têkiliyeke sûdewar dibînin, dijberê vê dê tiştên neyînî çêbin û dê ne di berjewendiya kesî de bin. Em hêvî dikin ku ev hevkarî dewam bike, ji ber ku hevkariyeke girîng e di mijara bidawîanîna terorê û bi taybet bidawîanîna DAIŞ`ê de.

Her wiha divê gelê me jî li dijî gef û êrîşên Tirkan tedbîrên xwe bigirin, di rewşên wiha de amade be ku bêyî kes jê bixwaze, helwest nîşan bide. Divê em her tim amade bin û bi hemû derfetan destkeftiyên xwe biparêzin.

ANHA