NAVENDA NÛÇEYAN

Dr. Kemal Sîdo destnîşan kir ku gelê Efrînê bi asîmîlekirinê re rû bi rû maye û tekez kir ku ew raporan der barê binpêkirinan de pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan dikin. Seydo banga bilezkirina rizgarkirina Efrînê kir.

Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn ê Rêxistina Gelên Bin Gefeyan Dr. Kemal Sîdo di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê geşedanên li Sûriyeyê rû didin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê nirxandin.

-Di demên dawîn de guertin û veguhertinên nû li ser asta leşkerî û siyasî rû dan, di heman demê de nakokiyên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên der barê Sûriyeyê de derketin pêş, ya herî dawîn civîna serokên Tirkiyeyê û Rûsyaya li Soçiyê bû. Di civînê de li ser mijara Idlibê tifaq hebûn, hûn vê yekê çawa dixwînin?

Li ser tifaqa Tirkiye - Rûsyayê ya der barê Idlibê de nûçe hebûn, digotin ku tifaq ne temam e, her wiha hin bendên veşartî hene em nizanin çi ne. Tiştên ku di rojnameyan de têne gotin, ku nakokî li ser pêkanîna bendan hene, wekî din hin şîrove li ser herêma bêçek heye, ka gelo ev herêm dê di çarçoveya herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeye û komên îslamî yên tundraw de be yan jî herêmên di bin serweriya rêjîmê de be? Bi giştî di hefte û mehên li pêşiya me de dê guhertinên nû li parêzgeha Idlibê çêbin.

-Di nêrîna we de, tifaqa Rûsya û Tirkiyeyê ya li Soçiyê dê rewşa Idlibê ber bi ku ve bibe, di heman demê de dê bandora wê li ser rewşa Efrînê çawa be?

Çarenûsa Efrînê girêdayî pêşketinên li Idlibê ye, ji ber ku Efrîn nêzî Idlib û herêmên din ji Cerablus heya Ezazê ye ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin. Li ser vê yekê divê Kurd bi hêzên xwe yên siyasî û leşkerî ji dersên berê sûdê wergirin û ji bo rûdanên li pêşiya me amade bin, da ku Efrînê rizgar bikin û hêzên Tirk ên dagirker û komên îslamî yên cîhadî yên girêdayî Tirkiyeyê ji herêman bêne qewitandin.

-Welatiyên kantona Efrîna dagirkirî rastî îşkence, revandin û kuştin ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên, di nêrîna we de ev binpêkirin di çi çarçoveyê de têne kirin?

Binpêkirinên ku ji 18‘ê Adarê ve li kantona Efrînê rû didin tiştekî ne veşartî ye. Li kantonê Kurd berî û piştî şer têne koçberkirin, bi qasî 400 hezar misilman, êzidî, elewî û xiristiyan bi temamî Efrîn berda û niha li kampan, an jî li gundên bakurê Helebê, kantona Şehbayê û bajarê Helebê ne.

Efrîn rastî hemleyeke hovane ji siyasetên erebkirin û misilmankirinê tê. Efrîn her tim bi herêmeke vekirî û jiyana hevbeş a di navbera hemû baweriyan de dihate naskirin, lê hêzên Tirk û komên tundraw çanda kînê di navbera pêkhateyên herêmên Kurd û ne Kurd de, di navbera êzidî û eleweiyan de belav dike, her wiha zêdetirî 3 hezar kes ji Efrînê hatin girtin, dibe ku hejmar 7 hezar be ku çarenûsa wan ne diyar e, bê ka di girtîgehên veşartî yên Efrînê de ne yan jî birine Idlibê yan herêmên din.

Her tişt ku girêdayî ziman, çand û hunera kurdî tê îptalkirin, dibistan û zanîngehên ku zimanê kurdî didan, hatin girtin, navên gund û kolanan hatine guhertin. Rojane hemleyeke asîmîlekirinê tê meşandin, polîtîkayên bi vî rengî metirsiyeke mezin li ser pêşeroja Efrînê çêdikin. Heke wisa beredewam bike ne mimkun e ku Efrîn bi hesanî vegere mîna berê. Tê bîra me rewşa erebên "Xemer" yên li herêma Cizîra Sûriyeyê, ne mimkun e ku niha vegerin. Li ser vê yekê divê di zûtirîn demê de Efrîn ji hêzên Tirk û komên îslamî yên tundraw were rizgarkirin.

Li Efrînê rewşa jinan jî pirs zehmet e. Her wiha rojane sivîl têne revandin û pere ji malbatên wan têne xwestin, tu kes nikare li nav zeviyên xwe bixebite, ev tişt hemû divê rojane werin belgekirin. Di dema dawîn de me gelek rapor li ser van binpêkirinan belge kirin û radeyên aliyên pêwendîdar ên Ewropayê û almanî, em agahiyan radestî Konseya Mafên Mirovan a li Cinêvê dikin.

-Çend rojên derbasbûyî, serokê Tirkiyeyê serdana Almanyayê kir û bi serokwezîra Almanyayê re hevdîtin kir, her du aliyan dosyaya aloziya Sûriyeyê û penaberan gotûbêj kir û di civîneke çapemeniyê de hevdîtin erênî nirxandin, serdana serokê Tirkiyeyê bi taybet di vê demê de hûn çawa dixwînin?

Serokê Tirkiyeyê serdana Almanyayê kir, em li hêviya wê bûn, lê me serdana wî li Berlînê protesto kir, me dezgehên gulan wekî sembola bîranîna qurbanî, koçber, girtiyên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û yên Tirkiyeyê danîn. Wekî tê zanîn ku nêzî 70 hezar girtî di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, jê 150 rojnamevan, parlamenterên demokratîk û şaredar in, her wiha di çalakiya protestoyê de em bi dehan rojnamevanên almanî re axivîn, çalakiya li Almanyayê deng veda.

-Têkildarî binpêkirinên Tirkiyeyê yên der heqê sivîlên Efrînê de bangewaziya we ji bo civaka navdewletî çi ye?

Banga me ji bo civaka navdewletî û Almanyayê em israr dikin ku Tirkiye ji Efrînê vekişe û rêveberiya xweser û kurdayetî li herêmê vegere, her wiha dibistan û zanîngehên kurdî dîsa werin vekirin û kesên li herêmê hatin bicihkirin werin derxistin. Ez vê yekê ji bo koçberan re nabêjim, ji ber ku Efrînê bi sed hezaran koçberên Sûriyeyê bi aştî pêşwazî kirin. Yên li Efrînê malbatên çekdaran in û hevkarên Tirkiyeyê ne, ne koçberên herêmê ne, lewre divê werin derxistin ji ber ku xetereya wan li ser sivîlan û çanda jiyana hevbeş heye.

- Gotineke dawîn ku hûn dixwazin lê zêde bikin, heye?

Gotina min a dawîn ji hêzên kurdî yên li Sûriyeyê re ye; divê li hemû siyasetên xwe vegerin, ji ber ku Efrîn karaseta herî mezin bû. Divê em ji dersên berê sûdê wergirin, ji ber ku Tirkiye bi êrîşên xwe li ser herêmên rojhilatê Firatê; Minbic, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamişlo û Hesekê bi israr e. Lewre divê em ji vê tecrubeyê fêr bibin û bi hemû hêzên li ser qada kurdî û Sûriyeyê bi armanca xurtkirina Rêveberiya Xweser hevkar bin.

Her wiha têkiliyan bi partiyên ku bi Tirkiyeyê re ne hevkar in, xurt bikin, wekî Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û hemû aliyên din. Di heman demê  ji siyasetên îdeolojîk ên teng ku zirarê didin Rêveberiya Xweser dûr bikevin û bi Amerîka û Rûsyayê re li ser bingeha xizmeta berjewendiyên gel û tunekirina fesadiyê hevkar bin.

ANHA