OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî diyar kir ku Rûsya bi rêya rêkeftina Adanayê peyamekê dide Erdogan, ku ku Tirkiyê nikare hemû daxwazên xwe li Sûriyê pêk bîne û Rûsiya rê nade Tirkiyê ku herêma ewle li ser sînor ava bike. Cemal Şêx Baqî teqez kir ku tu isbata hebûna xeteriyekê li ser ewlehiya Tirkiyê tune ye.

Girêdayî geşedanên siyasî yên dawîn li ser qada Sûriyê û hevdîtina dawîn di navbera Tirkiyê û Rûsya de li ser rêkeftina Adanayê hatin Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî bersiva pirsên me dan. Şêx Baqî got, rêkeftina Adana ji bingeh ve ne rewa ye, ne qanûn ye û vîna gelê Sûriyê rave nake.

Hevpevyîn wiha ye;

-Rêkeftina Adana ya ku di navbera Tirkiyê û rêjîma Sûriyê de di sala 1998`an hatiye mohrkirin, gelo di bingehê de kê dike hedef û armanc jê çi ye?

Destpêkê ez dikarim bêjim ku rêkeftina Adanayê ji bingehê ve ne rewa ye û neqûnî ye. Ji ber ku di radeya yekemîn de vîna gelê Sûriyê rave nake. Di radeya duyemîn de ew di bin tehdîda dagirkirinê de hatiye ji ber wê ne rêkeftin e. Lihevkirin an jî rêkeftin, di navbera du aliyan de li gorî berjewendiyên xwe û gelê xwe û bi razîbûna her duyan tê mohrkirin. Li hevkirin di bin tehdîd û zextên herêmî û Ererbî  pêk hat.

Di wê demê de rêjîm lawaz bû û zext li ser wî zêde bûn. Ji ber wê neçar man rêkeftinê îmze bike. Ev rêkeftin heya niha ji hêla saziyên rewa yên ku nûnertiya gel dikin û Meclisa Gel a Sûriyê ve (Meclis El-Şab El-Sûrî) ku tenê meclisek şeklî ye nehatiye erêkirin.

Ji vir em wê wek rêkeftinek neçarî dibînin û berjewendiyên dewleta Sûriyê rave nake. Bûyer, geşedan û aloziya Sûriyê bi temamî rêkeftin derbas kiriye. Êdî tiştek bi navê dewleta cîran nemaye. Niha li gel me dewletek cîran dagiker heye. Ew dewlet beşek mezin ji Sûriyê dagir kiriye mîna Cerablus, Ezaz, Bab û Idlibê. Rojane gefa dagirkirina herêmên din ji Sûriyê radighîne. Tevî wê jî dewleta Tirk bi rêya şandina komên terorîst ji tevahiya cîhanê ji Sûriyê re bû hîma sereke ya gurkirin û girêkkirina aloziya Sûriyê. Wê demê em behsa kîjan rêkeftinê dikin. Em nikarin behsa rêkeftina Adana, rewabûna wê û pêkanîna wê bikin. Êdî rewşa heyî nahêle ku rêkeftin pêk were.

-Gelo mirov dikare bêje ku rêkeftin noqteya destpêkê ya mudexeleya Tirkiyê di kar û barên Sûriyê de ye? Bûyerên ku niha em dibînin ji kuştin û koçberkirina gel di aloziyê de yek ji encamên rêkeftinê ye?

Bingeha mudexeleya Tirkiyê di Sûriyê de encama zihniyet û hişmendiya Tirkiyê ye ya ku li ser windabûna imperatoriya Osmanî dinale. Ji ber wê hîna jî Fransa û Berîtaniye wek berpirsên rewşa Tirkiyê piştî şerê cîhanê ya yekemîn dihesbîne. Ji ber wê ew hîna difikre ku Heleb û Musil beşek ji Tirkiyê û imperatoriya Osmanî ye ya ku heya Yemen, Bakurê Afrîka û heta Belqanê dirêj bûbû.

Ew hertim bi vê zihniyetê dihizire. Dema rê li pêşiya wê hat vekirin da ku mudexele bike û windahiyên xwe hemû vegerîne, hema fersendê bi kar tîne. Ji ber wê hertim li benda derfetekê dimîne da ku mudexeleya erdnîgariya herî nêzî xwe bike yanî Sûriyê. Tirkiyê wê demê hebûna bargehên Partiya Karkerên Kurdistanê li vir hincet girt. Me hemûyan dît tu bandora rêkeftina Adana tune bû. Ji ber ku Partiya Karkerên Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê destpê kir û ew qada partiyê ya sereke bû. Heya niha ew li wê qadê ye û sal bi sal têkoşîna partiyê pêş dikeve. Piştî rêkeftina Adanayê destkeftiyên partiyê ji beriya rêkeftinê zêdetir bûn.

-Gelo çima ji nû ve rêkeftina Adanayê di vê demê de ket rojevê?

Li gorî baweriya min ê ku rêkeftin carek din xiste rojevê ne Tirk e, Rûsyayê ye. Rûsya bi vê yekê dixwaze ji Tirkiyê bêje ew nahêle herêmek ewle li Sûriyê ava bike. Ez vî tiştî ji gotinên serok Rûsyayê Vladimir Putin fam dikim. Rêjîma Sûriyê ji bo pêkanîna rêkeftina Adanayê, gelek xal pêşkêş kir. Li gorî wê divê Tirk ji herêmên ku dagir kirine ji Ezaz, Bab, Cerablus û heta Til Rifatê vekişe. Her wiha divê Idlibê radestî rêjîmê bike û piştgiriya xwe bi terorê rawestîne. Ev şertên xwezayî ya rêkeftina Adanayê ne. Yanî Putin ji Tirkiyê re dibêje nabe herêmek ewle bi çavdêriya Tirkiyê were avakirin.

Rûsya ji Tirkiyê dixwaze destpêkê destekdayîna Cebhet El-Nusra û komên tundraw ên li Idlibê rawestîne. A duyemîn divê ji herêmên ku dagir kirine vekişe. Ya sêyemîn divê isbat bike ku ji hêla Sûriyê ve tehdîd li dijî wê heye. Ev mijar ne henek e, qanûnên navdewletî hene. Dema Tirkiyê her du şertên destpêkê pêk anî, divê isbat bike ku li dijî dewleta Tirkiyê li Bakurê Sûriyê xeteriyek rasteqînî heye. Yanî dema Putin jê re dibêje ka em vegerin rêkeftina Adanayê, yanî bi kurtasî jê re dibêje` rune û ji cihê xwe ranebe`.

-Rêjîma Sûriyê got ew rêkeftinê pêk bîn, lê ji Tirkiyê xwest ji  herêmên dagir kiriye derkeve û desteka terorîstan rawestîne. Gelo gengaze her du alî rêkeftinê aktîv bikin?

Bi baweriya min aktîvkirina rêkeftinê êdî ne pêkane. Rêjîm dema dibêje ew di rêkeftinê de girêder e û di heman demê de li Tirkiyê şertan ferz dike, wê demê çawa girêder e? Bi vê  şêwazê rêkeftin bûye tiştek ji dema borî. Tirkiyê dixwaze rêkeftinê pêk bîne. Lê ji her rêkeftinekê re hîm hene. Hîmên rêkeftina Adanayê ne pêkan in. Tirkiyê ji dewletek cîran veguheriya dewletek dagirker. Tirkiyê nikare xeteriya li ser ewlehiya xwe isbat bike, ji ber ku ew nikare dest ji komên terorîst berde. Tirkiyê bi saya wan koman rolek di Sûriyê de dilîze. Tirkiyê ji b o pêkanîna rêkeftina Adanayê wê rola xwe li Sûriyê bi dawî bike. Ji ber wê pêkanîna rêkeftinê ne pêkane.

-Eger rêkeftin hate aktîvkirin, gelo wê armanca wê çi be?

Rêkeftin ji bingehê ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike hedef. Tevgera rizgariyê bi giştî li herêmê ye. Helbet wê bighêjin hev du lê rêkeftina Adanayê ne pêkane. Dibe ku bikaribin bighêjin lihevkirinên nû. Rêjîma Sûriyê ji bilî desthilatdariyê tu xema wî nîne. Projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê eger biserket wê bandor li rewşa hundirîn ya Tirkiyê bike û bi taybet Bakurê Kurdistanê. Tirkiyê têghiştiye wê xeteriyê. Ji vir Erdogan xeteriyê dibîne. Lê niha xeterî tune ye. Bi serketina projeya me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi awayekî xwezayî bandorê ne tenê li Tirkiyê lê belê li tevahiya herêmê bi taybet hundirê Tirkiyê bike.

-Gelo helwestya hêzên Kurd ji rêkeftinê çi ye? Divê çawa tevbigerin?

Tevahiya hêzên Kurd ji dema mohrkirina rêkeftinê ve, bertekek neyînê wê demê li hember rêkeftinê nîşan dan. Lê niha mixabin hindek hêzên Kurd ji mudexeleya Tirkiyê di kar û barên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi rêya rêkeftinê bihane dikin. Ew amûrên propogendeya Tirkiyê ne. Yanî gotinên wan vala ne. 

-Serokê Rûsya Vladimir Putin ew rêkeftina Adanayê anî bîra Erdogan, armancên Rûsyê jê çi ne?

Rûsya peyamekê dide Erdogan ku ew nikare çi bixwaze, li Sûriyê pêk bîne û Rûsya wê nehêlbe herêmek ewle li ser sînorên Sûriyê ava bike. Eger Tirkiyê dixwaze rêkeftinê pêk bîne, de bila ji herêmên Sûriyê yên ku dagir kiriye vekişe û desteka terorîstan rawestîne.

Dema rêkeftina Adanayê pêk were, wê demê Tirkiyê ya ku piştevaniya opozîsyona Sûriyê kir û ew bi çek kir, dê bi Sûriyê re li hev bike. Ev tê wateya ku ew ê bi Sûriyê re di nav hevkariyê de be, dema wisa bû wê divê dest ji opozîsyonê berde. Bi vî awayî Putin baş dizane çi ji Erdogan re dibêje.

-Eger di rêkeftinê de serwerkirina rêjîma Sûriyê xeta sînor hate misogerkirin, gelo rêjîma Sûriyê, aliyên misogerker(Rûsya-Îran) wê derbasbûna Tirkiyê ji herêmê re qebûl bikin?

Erê Rûsya û Îran wê qebûl nekin ku Tirkiyê derbasî Bakurê Sûriyê bibe. Eger razîbûna, mîna ku bi erêkirina Rûsya derbasî Cerablus, Bab û heta Efrînê bûye, wê derbasî herêmê bibûya. Ez bawer nakim ku Rûsya yan jî Îran qebûl bikin ku Tirkiyê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Rêjîm hewl dide ew vegere ne ku Tirkiyê.

Rewş wê venegere mîna beriya 2011`an. Tirkiyê dê nikaribe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe û heta rêjîma Sûriyê wê beyî lihevkirinekê derbas nebe. Yanî rêjîm û Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Ev tê wateya ku lihevkirinek di navbera rêjîma Sûriyê û rêveberiya xweser de heye da ku beşek ji serdestiya Sûriyê vegere Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Yanî êdî niha em gav ber bi çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyê davêjin. Ew mifteya çareseriya giştî ya Sûriyê ye. Ev mijar hîna dijwar û girêk e. Hîmên ku bandorê lê dikin, ne tenê rêjîm û rêveberiya xweser e lê belê bandora gelek dewletên navdewletî lê hene û para wan di girtina biryaran de di vî warî de heye. Ev tê wateya ku rêjîm nikare derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.

(şx)

ANHA