QAMIŞLO

Elî Emîn El-Siwêd destnîşan kir ku peyamana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de armancên xwe ew e ku bêyî windahiyan herêmê radestî rêjîmê bikin û tekez kir ku Tirkiyeyê plan dike ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî herêmên Rojhilatê Çemê Firatê bikin da ku şerê QSD‘ê bikin.

Nivisîkar û şîrovekarê siyasî Elî Emîn El-Siwêd di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me ANHA'yê çarenûsa herêmên bakur-rojavayê Sûriyeyê, rewşa Idlibê, her wiha îtîfaqa dawî ya di navbera Tirkiyeyê û Rûsyeyê û bandora wê li ser Sûriyeyê nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

Di van demên dawî de li ser çarenûsa Idlibê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê  li Bakurê Sûriyeyê, li Soçiyê Tirkiye û Rûsya li hev kirin û dê herêmek bê çek ava bikin. Gelo çi li wir diqewime?

Tirkiyê li gorî hevpeymanên xwe bi Cebhet El-Nusra ya terorîst(Heyet Tehrîr El-Şam), DAIŞ, Hiras El-Dîn, terorîstên Ozbek û Tirkmenistan û gelek kaxizên zextê li ser fermendarên “Artêşa Azad”, gurupên girêdayî Ixwan Musilmîn weke Ehrar El-Şam, Siqûr El-Şam, Feyleq El-Şam pêk anî. Ev yek jî di çarçoveya pilana vegerandina parêzgeha Idlibê ji rêjîmê re beyî şer e.

Li gorî pilanê dê herêmek bê çek li derdora Idlibê were avakirin. Bi vê yekê weke pêngava yekemîn dê zêdetirî nîvê qada Idlibê bikeve nav vê herêmê. 

Bi dawiya vê salê re dê riyên navdewletî li wê herêmê werin vekirin û dê di bin parastina hemû aliyên peymanê be yanî Tirkiye, Rûsya û gurupên çekdar ên ku bi rejîmê re hevpeyman îmze kirin.

Di pêngava dawî de hemû çekdar dê teslîm bibin û çekên xwe radestî Rûsya û rêjîma Sûriyeyê bikin.

Tê gotin ku hinek gurubên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin hevpeyman pêk anîne, lê hinekan jî red kirin. Bi nêrîna we di dawiyê de ev gurup dê fermana Tirkiyeyê bicih bînin. Çaranûsa Cebhet El-Nusra ya terorîst çi ye?

Hemû gurubên çekdar fermana Tirkiyeyê bi cih anîn û ji qada bê çek derketin. Ev gurup çete û ajanin.

Lê Tirkiye pilan dike ku Cebhet El-Nusra ya terorîst, veguhêzîne herêma Rojhilatê çemê Firatê da ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bide şer kirin.

Armanca lihevkirina Tirkiye û Rûsya li ser mijara Idlibê û Bakurê Sûriyeyê çi ye?

Dû mile vê hevpeymanê hene. Yek jê pêkanîna berjewendiyên di navbera Rûsya û rêjîma Sûriyeyê de ye, ya din jî pêkanîna berjewendiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye.

Rûsya û rêjîma Sûriyeyê dixwazin bê windahî Idlibê bigirin. Tirkiye dixwaze rê li ber guhertinên parvekirinên îdarî li herêmên Sûriyeyê û şêwaza hikumê bigire da ku pergala nenavendî pêk neyê. (mın tu tiştek ji vê hevokê fem nekir)

Tirkiye piştî hevpeymana Soçiyê di 17`ê Îlonê de hinek guhertin di qanûnên wergirtina nasnameya Tirkî ji bo penaber  Sûriyeyê re çêkir. Armanca Tirkiyê ji vê yekê çi ye?

Tirkiye bi rêya pêşkeşkirina nasnameya Tirkî ji penaberên Sûriyeyê re pilan dike bi awayekî fizîkî (fizyayî-ev tê çi wateye mın weke fîzîkî guhert) li hin parçeyên xaka Sûriyeyê serwer bibe.

Texmîn dikim ku Tirkiye hewl dide bi rêya hin fêlbaziyan û bi hin hincetên cuda hindek deverên li Bakurê Sûriyeyê bixe bin serweriya xwe. Dixwaze vêna jî bi rêya hindek Ereb û Turkmenên ku dilsozên Tirkiyeyê ne û dikarin dest ji Sûriyeyê berdin pêk bîne. Tirkiye dixwazê sudê ji aloziya herêmê bigire û van planên xwe yên qirêj pêk bîne.

Têkildarî vê mijarê dagirkeran li ser şêniyên Efrînê gelek kiryarên qirêj dike. Bi nêrîna armanca Tirkiyeyê ji van kiryaran çi ne?

Tirkiye hewldide di herêmên kurdan de guhertinên demografîk pêk bîne. Ji bo wî kurdan ji warê wan koçber dike û li şuna wan çeteyan bi cih dike.

ANHA