140 xwendekar li dibistanek wêrankirî perwerdeyê didomînin

Li gundekî Til Temirê derdora 140 xwendekar li dibistaneke nîv kavilkirî û bi derfetên pir kêm perwerdeya xwe didomînin. Hin malbat ji tirsa hilweşînê zarokên xwe naşînin dibistanê. Gundiyan banga sererastkirina dibistanê û dabînkirina hewayeke ewle ya perwerdeyê kirin.

2 mijdar, 2026   05:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li Til Temirê di encama êrişên berê li ser herêmên hatine kirine de gelek cih wêran bûne. Yek ji wan cihan dibistana seretayî ya li gundê Til Fiwêdatê ye ku tevî wêraniya gelek beşên wê pêşwaziya xwendekaran dike. 

Ji gundên Til Farûq, Til Demşîc û Til Fiwêdatê yên başûrê bajarê Til Temirê 140 xwendekar  perwerdeya xwe li dibistaneke kavilkirî û bi derfetên pir kêm kêm didomînin. Lê li aliyekî din jî hin malbat ji tirsa ku beşên din hilweşe zarokên xwe naşînin dibistanê.

Dibistana li Til Fiwêdatê ku xizmeta perwerdeyê pêşkêşî xelkê 3 gundan dike, bê derî û pencere ye, her wiha zemîn û bane wê xirab bûne, hin dîwarên refan hilweşiyane û zerar bûne. Ev hemû metirsiyan çêdikin ku dibe beşên mayî jî hilweşin.

AVAHIYA LI BER HILWEŞÎNÊ SILAMETIYA XWENDEKARAN DIXE BIN GEFAN

Şêniyê bi navê Ehmed Ebid El Faris anî ziman ku dibistan tevî hilweşînê pêşwaziya 140 xwendekaran dike û wiha domand: "Lê malbatên 40-50 zarokî newêrin zarokên xwe rêkin dibistana wêranbûyî. Hin malbat jî neçar in ku zarokên xwe bişînin dibistanên gundên dîtir. Hin malbatên din ku rewşa wan a aborî sînodar e ji ber lêçûna çûn û hatinê zarokên xwe naşînin dibistanê, ev jî dihêle ku zarok ji domandina perwerdeyê bêpar bimînin."

Ebid El Faris bal kişand ser derfetên kêm ên perwerdeyê jî û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Li dibistanê depreş kêm in, xwendekar neçar dimînin ku rojane depreşê ji malê bibin dibistanê û ji dibistanê vegerînin malê. Ji ber xirabûna refan û tunebûna cihên guncaw hin wane di mercên zehmet de heya di dema baranê de jî tên dayîn."

Xalid Mihemed ji xelkê gundê Til Fiwêdat e diyar kir ku li dibistanê derdora 140 xwendekarên ji refa 1 heya 6‘an dixwînin û da zanîn ku tevî wêraniya li avahiya dibistanê bûye, tevî nebûne mase û daniştekan û pêdiviyên din ên bingehîn perwerde dewam dike. Xalid Mihemed îşaret pê kir ku ref êdî ji bo pêşwazîkirina xwendekaran guncaw nîn in.

Mihemed destnîşan kir ku mamoste, bi taybetî yên ji derveyî gund tên heya ku xwe dighînin dibistanê zehmetiyan dikişînin û sedema vê yekê wiha şîrove kir: "Erebeyên veguhestinê nîn in, lew ra neçar in ku xwe bispêrin erebeyên veguhestinê ne yên rêxistinkirî an jî bi meşê werin. Ev yek bandorê li ser rêxistinbûyîna perwerdeyê dike."

Me serî li Gerînendeya Perwerdeyê ya Hesekê da ku pirsa rewşa dibistanê bikin û planên wê yên ji nû ve avakirina binasin, lê gerînendeyê tu bersiv neda.

Şêniyên her sê gundan bang li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku dibistanê ji nû ve ava bikin an jî avahiyeke alternatîf peyda bikin, pêdiviyên bingehîn û erebeyên veguhestina mamosteyan dabîn bikin.

(np)

ANHA