3 cureyên mazot; biryara hikumeta veguhêz li ser kaxezê maye

Tevî biryara Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz a diyarkirina 3 cureyên mazotê bi buhayên nû, hîn jî ji wan 2 cureyên ji bo germkirin, çandinî û veguhastina giştî negihîştine benzînxane û sûkên parêzgeha Hesekê.

3 cureyên mazot; biryara hikumeta veguhêz li ser kaxezê maye
23 îlon, 2026   05:45
QAMIŞLO

Di 17`ê Îlonê de Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 3 cureyên mazotê yên nû aşkera kirin. Li gorî biryarê buhayê lîtreyeke mazota baş a ji bo germkirinê, çandinî û cureyên din, bi 115 lîreyê nû yê Sûriyeyê ye (11 hezar û 500 lîreyê kevn).

Buhayê lîtryeke mazota sektora veguhastinê û xizmetguzariyê bi 150 lîreyê bû yê Sûriyeyê ye, mazota ku ji derve derbasî herêmê dibe bi 175 lîreyî ye. Wezaretê da zanîn ku wan ji ber rawestandina parzûngeha Banyasê û bilindbûna buhayên anîna sotemeniyê ji sûkên cîhanê ev biryar daye.

Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz 13`ê Îlonê buhayên nû yên sotemeniyê ragihandibûn, buhayên wê bi vî awayî ne:

Benzîna 95 oktan: 195 lîre
Benzîna 90 oktan: 185 lîre
Mazot: 175 lîre
Gaza malan: 1600 lîre
Gaza sînayî: 2560 lîre
Toneke fuel-oilê: 52,800 lîre

Piştî derketina buhayên nû yên sotemeniyê, ji bo daxwaza kêmkirina buhayan bi hezaran kes li bajarên Sûriyeyê xwepêşandan li dar xistin. Paşê Wezareta Enerjiyê 3 cureyên mazotê diyar kirin.

Li gorî çavkaniyekê ji Daîreya Sotemeniyê, heta niha 2 cureyên taybet ji bo germkirinê, çandinî û veguhestina giştî negihîştine sûkan û benzînxaneyên li parêzgeha Hesekê.

Çavkanî ji ajansa me re ev yek anî ziman heta niha daîreyê mazot bi dest nexistiye û bi sedan jenerator naxebitin.

Çavkanî destnîşan kir ku tevî biryara wezaretê jî mazot li benzînxaneyên li parêzgehê tune ye.

Çavkaniyê diyar kir ku Daîreya Sotemeniyê ji ber ew nikarin mazotê ji bo xwediyê jeneratoran dabîn bikin, nikare buhayên jeneratorên ku niha tên pêxistin kontrol bikin, ev dihêle ku ew mazotê ji sûka derve bikirin.

Li gorî heman çavkaniyê xwediyên jeneratoran li Hesekê di dabînkirina mazotê de zehmetiyan dibînin.

Rawestandina jeneratoran di demekê de ku li parêzgehê torên kehrebeyê yên sereke kehrebeyê Nadin, pêk tê. Rojane tenê nêzî 2 saetan kehrebe digihêje şêniyan.

(sb)

ANHA