381 malbatên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên dawîn ên vegerê dikin

381 malbatên koçber ên li Kampa Serêkaniyê dimînin ji bo ku sibê ber bi gundên xwe ve bi rê bikevin, amadekariyên xwe yên dawî dikin.

381 malbatên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên dawîn ên vegerê dikin
381 malbatên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên dawîn ên vegerê dikin
381 malbatên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên dawîn ên vegerê dikin
381 malbatên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên dawîn ên vegerê dikin
381 malbatên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên dawîn ên vegerê dikin
381 malbatên li Kampa Serêkaniyê amadekariyên dawîn ên vegerê dikin
12 cotmeh, 2026   14:03
HESEKÊ
DIYAR EHMED

381 malbatên koçber ên ji Serêkaniyên yên ku li Kampa Serêkaniyê (Telaî) dimînin ji bo ku sibe (13 Cotmeh) berê xwe bidin gundewarên bajarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê amadekariyên xwe dikin.

Der barê vê mijarê de ajansa me amadekariyên malbata Emgîn Ferhan a ji gundê Mrîkîs ê bajarê Serêkaniyê şopandin.

Emgîn Ferhan got: “Me demên biêş li kampan derbas kirin, îro jî ji bo vegerê kêfxweş in, lê kêfa me ji ber hîn jî malbat û mirovên me di kampan de ne, temam nebûye. Em dixwazin ew jî di demeke nêz de vegerin. Mirov û cîranên me tên li me meyze dikin, jiyan di kampan de nema tê tehemulkirin.”

Emgîn Ferhan bal kişand ser malên wan ên ku rastî dizî û wêraniyê hatine û diyar kir ku tevî pereyên ku gihîştine dest wan têra pêdiviyên wan nakin, bi hatina zivistanê re ew ê biçin ji nû de malên xwe ava bikin.

Emgîn Ferhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pereyên ku dane me tişta pêwîst pêşkêşî me nake, lê divê em vegerin, em salên dirêj di nava zehmetiyan de bûn.”

Emgîn da zanîn ku malên li gund wêran bûne, ew dixwazin ku ji bo vegerê çareserî werin dayîn, bi taybet ji bo şêniyên bajar.

‘MÎNA VEGERA KOÇBERÊN JI GUNDAN DIVÊ YÊN BAJÊR JÎ VEGERIN’

Cîrana Emgîn Ferhan a li kampê Ezîza Salih kêfxweşiya xwe ji bo vegera cîranên xwe anî ziman û destnîşan kir ku ji ber ku gelek koçber hîn dûrî herêmên xwe yên resen in, kêfxweşiya wan kêm dimîne.

Ezîza Salih da zanîn ku ji ber nebûna pêdiviyên jiyanê yên esasî zehmetiyên wan di kampan de zêde dibin, zarok ji perwerdeya xwe bê par dimînin û divê ev zehmetî bi dabînkirina vegera giştî ya koçberan bê bidawîkirin.

Ezîzayê diyar kir ku piraniya cîranên wê vegeriyan herêmên xwe, niha ew bi tenê li beşa ku lê ye di kampê de maye û daxwaz kir ku bi lez vegera giştî ya koçberan pêk bê.

(sb)

ANHA