7 meh e karmendên Stasyona Elok bê mûçe ne

Karmendên Stasyona Avê ya Elok a li herêma Serêkaniyê ji ber ku ev zêdetirî 7 mehan e mûçeyên wan ji hêla hikumeta veguhêz ve nayên dayîn gazincan dikin.

7 meh e karmendên Stasyona Elok bê mûçe ne
11 mijdar, 2026   11:54
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Zêdetirî 7 mehan e hikumeta veguhêz mûçeyên karmendên Stasyona Avê ya Elok a li herêma Serêkaniyê nade.

Karmendekî stasyonê ji ajansa me re diyar kir ku wan ji zêdetirî 7 mehan ve ji dema destpêkirina xebatê li stasyonê mûçe wernegirtine, nebûna mûçeyan jî gefê li rewşa wan a debarê dixwe.

Hejmara karmendên Stasyona Avê ya Elok 30 e, ji wan tenê 5 karmendên sabit in û ew mûçeyên xwe yên mehane digirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji zêdetirî 5 mehan e navên karmendên ku mûçeyan wernagirin ji bo hikumeta veguhêz hatine şandin, lê heta niha bersiva vê yekê nehatiye dayîn.

Çavkaniyan da zanîn ku hikumeta veguhêz ji bo temîrkirina Stasyona Elok budçe diyar nekiriye, xebatên sererastkirinê bi temamî li ser dayîna pereyan a ji hêla 3 rêxistinên navneteweyî yên Mercy Corps, Komîteya Naventeweyî ya Xaça Sor û Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) pêk tê.

(sb)

ANHA