Arîn Mîrkan bû yek ji afirînerên berxwedana Kobanê

Berxwedana Kobanê, di vê serdema nû de ku Sûriyeya nû tê nîqaşkirin, heke gotin di cih de be, ji bo dostan bûye hêvî û ji bo neyaran jî bûye birîneke bêderman. Ev berxwedan bi saya yek ji afirînerên Berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan bi pêş ket. Arîn Mîrkan beriya 12 salan anku di 5’ê Cotmeha 2014’an de li girê Miştenûrê çalakiya fedayî pêk anî.

Arîn Mîrkan bû yek ji afirînerên berxwedana Kobanê
5 cotmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Arîn Mîrkan bi navê xwe yê fermî Dîlara Kênc, di sala 1992'yan de li gundê Mîrkan ê ser bi navçeya Mabetayê ya Efrînê, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Arîn ku navê xwe ji fermandareke Tevgera Azadiya Kurdistanê girtibû, li ser heman çand, hişmendî û nirxên welatparêziyê mezin bû.

Arîn Mîrkan di sala 2007'an de bi têgihîştina rastiya azadiya jinan û gelê Kurd berê xwe da nava refên têkoşînê. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, ji rojên ewil ve bi awayekî çalak di xebatên şoreşê de cih girt. Di pêvajoya avakirina hêzên parastina cewherî de tevî 3 birayên xwe di eniyên herî pêş de tê koşiya.

Di 4'ê Nîsana 2013'an de, di avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de cihê xwe girt. Arîn Mîrkan bi vîna xwe ya xurt di demeke kurt de erkên fermandariyê girtin ser milê xwe; di birêxistinkirin, perwerdekirin û pêşxistina şervanên jin de roleke dîrokî lîst û mohra xwe li gelek qonaxên girîng ên şoreşê xist.

Di Hezîrana 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkirina Mûsil û Reqayê, bajarê Reqayê wek paytexta "xîlafeta" xwe îlan kir. Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca têkbirina destkeftiyên Şoreşa Rojava û yekkirina axa xwe, di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê aliyan ve bi hemû hêza xwe êrişî Kobanê kir.

Çeteyên ku bi armanca qirkirin û talankirinê tev digeriyan, li ser qadeke zêdetirî 4 hezar û 350 kîlometreçargoşeyî zêdetirî 360 gund dorpêç kirin. DAIŞ’ê bi çekên giran, tank û topên ku ji artêşên Iraq û Sûriyeyê bi dest xistibûn, êriş bir ser herêmê. Li hemberî van êrişên hovane, şervanên YPG û YPJ’ê li gel Odeya Operasyonan a Burkan El Firatê tenê bi çekên sivik li ber xwe da û rê li ber komkujiya li ser 400 hezar sivîlên herêmê girt.

PÊŞENGIYA JINÊN AZAD Û BERSIVA DÎROKÎ

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê gihîştin deriyên Kobanê û Girê Miştenûrê, rastî berxwedaneke bêhempa ya hêzên YPJ’ê hatin. Di wê pêvajoyê de ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan digot "Kobanê ha ket, ha dikeve". Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan di 5’ê Cotmeha 2014’an de li lûtkeya Girê Miştenûrê çalakiyeke fedayî li dar xist.

Arîn Mîrkan beriya çalakiya xwe bi van gotinan biryardariya jinên azad nîşan dabû: "Di berxwedana Kobanê de hêj gotina dawîn a jinên Kurd nehatiye gotin. Em ji çeteyan natirsin. Em ê heta dawiyê şer bikin; li şûna ku em bikevin destê çeteyan, em ê canê xwe feda bikin.”

Çalakiya Arîn Mîrkan rêveçûna şer guhert, plana çeteyan têk bir û bala raya giştî ya cîhanê kişand ser berxwedana Kobanê. Ruhê berxwedanê yê ku bi Arînê re şênber bû, di şexsê Dilvîn Qamişlo, Nûhal, Zîn û Savuşkayan de belav bû û di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin.

NIRXANDINA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe ya têkildarî çalakiya Arîn Mîrkan û pêşengiya jinan de wiha gotibû:

"Di şexsê Kobanê de û bi rihê berxwedanê yê ku di kesayetên wekî Arîn Mîrkan de şênber bûye, jinan çavên xwe li jiyaneke nû û şaristaniyeke nû vekiriye. Ez bi rêz û hurmet silavê li we, jinên wêrek ên ku bi vê hestê têkoşîna azadiyê dimeşînin, dikim."

Bîranîna Arîn Mîrkan li her çar parçeyên Kurdistanê bû sembola têkoşînê; di sala 2016’an de di 63’yemîn salvegera koça dawîn a pêşenga jinên Kurd Hepsêxanî Neqîb de, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê peykerê Arîn Mîrkan hate danîn.