Ava Elokê nagihîje hemû kolanên bajarê Hesekê

Li bajarê Hesekê ava Elok nagihîje hemû kolanên taxa El Nasira, El Kebabe, El Zihûr, El Salihiyê û El Miftî, Şîrketa Giştî ya Avê jî got ew pirsgirêkê dişopînin û dê çareser bikin.

Ava Elokê nagihîje hemû kolanên bajarê Hesekê
21 îlon, 2026   05:47
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Piştî ku av ji stasyona Elok gihîşte bajarê Hesekê û gundewarên wê hîna hinek kolanên Hesekê hene ku pirsgirêka wan a avê çareser nebûye. 

Hinek kolan ji taxa El Nasra, El Kebabe, El Zihûr, El Salihiyê û El Miftî av nagihîjê wan.

Ji taxa El Nasira Mihemed El Etiya got: "Taxa me li ciyekî bilinde, xeta me û ya taxa El Kebabe yek xet e û ji ber wê zehmete ku av bigihîje hemû malbatan. Heke xeta me û ya taxa El Kebabe ji hevdû cûda bikin dê av bigihîje kolana Bo Meîş malên dîtir ê taxê."

Mihemed El Rica jî got: "Me gelek caran anî ziman ku av nagihîje me lê heyanî niha pirsgirêka me çareser nekirine, xelk neçare ku avê bikirin, em ji saziya avê daxwaz dikin ku pirsgirêka me çareser bike."

Ehmed El Qesab anî ziman ku ew li saziya avê vegeriyane, endezyar û karmend jî hatine taxa wan û li pirsgirêk lêkolîn kirine lê hîna nehatiye çareserkirin.

Gerînendeyê Şîrketa Giştî ya Avê û Kanalîzasyonê ya parêzgeha Hesekê Ferhan El Iwês jî got: "Şîrket bi alîkariya rêxistina ACF`ê dest bi temîrkirina xetên avê kirine, werşeyên kar niha li taxa El Kebabe û El Zihûr dixebitin."

Her wiha li bajarê Hesekê ev nêzî 10 roje elektirîk nîne û şênî nikarin avê ji xwe re dagirin.

(np)

ANHA