Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin

Welatiyên Minbic, Kobanê û Reqayê gotin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, dê têkoşînê bidomînin.

Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin
21 mijdar 2023   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Desthilata Tirk dem dem "cezayê dîsîplînê" dide Rêber Abdullah Ocalan û wî ji "Mafê hêviyê" bê par dike. Li hemberî vê yekê çalakiyên gel ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê Mezlûm Hemo bi bîr xist ku hemwextî pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan wan jî pêngava `Werin cenga azadiyê û dîwarê Îmraliyê bişikînin` ragihand. Mezlûm Hemo got: ′′Di çarçoveya vê pêngavê de daxuyanî hatin dayîn, sînevîzyon li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl hat kirin ku destwerdanê bikin ji bo ku rewşa Rêbertî  nas bikin. Di heman çarçoveyê de belavok û pirtûkên li ser Rêbertî û fikrê wî yê ku banga biratiya gelan û jiyaneke bi rûmet dike hatin belavkirin, dîsan jî bi tevlêbûna tevgerên ciwanan meşên meşalayî hatin lidarxistin.”

Mezlûm Hemo bang li ciwanên herêmê û cîhanê kir ku tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Hevseroka Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El Ehmed di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: ′′Tecrîda li ser Rêbertî hatiye ferzkirin li ser herêmê, Rojhilata Navîn, jin û ciwan û gelan xetere ye. Ji 3 salan ve me tu agahî li ser rewşa tenduristiyê ya Rêbertî wernegirtiye.”

Buşra  anî ziman ku ew ê şopdarên ramanên Rêber Abdullah Ocalan bin û wiha domand: “Hebûna Rêbertî di nav me de, tiştek bêhempa û girîng e; ji ber ku îro em li ser fikr û rêgeza neteweya demokratîk, fikr û felsefeya wî dimeşin.”

Buşra peyamek da dewleta Tirk a dagirker û got: “Her ku tecrîd girantir bibe, pê re îsrar û vîna me ya şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî zêdetir dibin, ji ber wê jî divê her kes tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêbertî bibe.”

Şêniyên Kobanê jî bang li hêzên navneteweyî kir ku rêzê ji daxwazên gel ên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re bigirin û pirsgirêka Kurd çareser bikin.

'DAXWAZA ME AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN E'

Îsmaîl Silêman bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî rewşa Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ji zêdetirî 2 salan ve me tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nebihîstine. Kanî qanûna navneteweyî? Rêxistinên qaşo îdiaya mirovahiyê dikin, li ku derê ne? Dixwazin me ji xwe re bikin kole; lê belê ew şaş in û her kesekî ku li ser xaka Kurdistanê dijî bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi çek bûye û kes nikare vîna wî bişikîne. Daxwaza me diyar e, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye."

'TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ LI SER GELÊ HERÊMÊ YE'

Welatiya bi navê Edle Bekir komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Bê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nabe; fikrê wî bû destpêka dawiya pergalên faşîst ên li Rojhilata Navîn. Êdî dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan û serhildana li hember dagirkerên xaka me ye."

′DIVÊ ÇARESERIYEKE ADILANE JI PIRSGIRÊKA ME RE WERE DÎTIN′

Zeyneb Xidir ev bi lêv kir: "Ji kuştin û koçberkirina gelê Kurd re êdî bes e. Em gelekî aştîxwaz in û ji berê de keç û xortên me ji bo jiyana ewle û aram xwe feda dikin."

Zeyneb Xidir bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd li seranserî xaka Kurdistanê helwesteke cidî bigirin, xwedî li bangên gelê Kurd derkevin û pirsgirêka wan bi awayên guncaw çareser bikin

Elî Îsa jî anî ziman ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û gelê Kurd bi taybetî ye.

Îsa got, daxwaza gelê herêmê zelal e, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

'AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN ARMANCA ME YE'

Şêniyên Reqayê piştgirî da pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û soza domandina têkoşînê da.

Endamê Saziya Olî ya Reqayê Yehya El Mehmûd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan girt lê belê nikarîbûn fikrê wî ji gelên azadîxwaz dûr bixin."

El Mehmûd anî ziman ku armanca wan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Tu tişt me ji berxwedanê û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dûr naxe, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî armanca me ye."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rîhab El Nafai got, Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe mozaîkeke xweşik û bingehên girîng wek wekheviya jin û zilaman ava kirin.

Rîhab El Nafai bang li dewletên cîhanê kir ku tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Serokeşîrê eşîra Sebxa, şêx Tirkî El Soan piştgirî da pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd û got: “Bi navê serokeşîr û rûspiyên eşîrên Reqayê em piştgiriyê didin pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî pêk were em ê dengê xwe bilind bikin ta bighêje her kesên azadîxwaz."

(mh)

ANHA