Bertekên xwendekar û malbatên wan li hember biryara hikumeta veguhêz didomin

Xwendekarên Hesekê daxwaz kir ku perwerdeya kurdî di destûra Sûriyeyê de bê qebûlkirin û zimanê kurdî neyê sînordarkirin.

Bertekên xwendekar û malbatên wan li hember biryara hikumeta veguhêz didomin
Bertekên xwendekar û malbatên wan li hember biryara hikumeta veguhêz didomin
Bertekên xwendekar û malbatên wan li hember biryara hikumeta veguhêz didomin
Bertekên xwendekar û malbatên wan li hember biryara hikumeta veguhêz didomin
Bertekên xwendekar û malbatên wan li hember biryara hikumeta veguhêz didomin
Bertekên xwendekar û malbatên wan li hember biryara hikumeta veguhêz didomin
27 mijdar, 2026   04:21
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Sîmav Hesen anî ziman ku ew biryara hikumeta veguhêz qebûl nakin, ev biryarê dê neyînî bandorê li ser siberoja xwendekaran bike. Wê daxwaz kir ku zarokên wê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bê qebûlkirin.

Mehdiya Omer jî got 3 saet têra zarokên wan nake ku fêrî zimanê xwe bibin û daxwaz ji hikûmeta veguhêz kir ku li biryara xwe vegere.

Her wiha Mehdiyayê got zarokên wê bi zimanê kurdî re mezin bûne û zehmet e ku xwendina xwe bi zimanekî dîtir bidomînin.

Rojîn Ezîz jî diyar kir ku ew pirtûkên dibistanan ên nû fêm nake, wê 11 salan bi zimanê xwe yê dayikê xwendiye. Ew niha diçe dibistana amadeyî û refa 12`em dixwîne. Zimanê erebî nizane û ji xwendina xwe tiştekî fêmnake ew diprise gelo ew ê çawa bi ser bikeve?

Rojîn da zanîn ku pêkanîna vê biryarê li ser xwendekarên Kurd zehmet e û heke hikûmeta veguhêz biryara xwe neguhere dê hemû xwendekarên Kurd ziyanê bibînin. Rojînê got li gorî biryarê diviyabû pirtûkên wêjeyî bi zimanê kurdî bane lê ew jî bi zimanê erebî ne.

Samiya Mihemed diyar kir ku wê 9 salan bi kurdî xwendiye û daxwaz kir xwendina xwe bi zimanê kurdî bidomîne.

Ehmed Îsmaîl jî got ew vê biryarê qebûlnakin û divê zarokên wan bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin. Îsmaîl da zanîn ku ziman ji bo gelan nasname û hebûn e, hebûna gelan bê zimanê wan nîne, pirrengiya zimanan li Sûriyeyê dewlemendî ye. Piştî 14 salan heke zimanê erebî li ser xwendekaran bê ferzkirin dê xwendekar zehmetiyê bibînin, divê hikûmeta veguhêz li biryara xwe vegere û dev jê berde. Ew qebûlnakin ku ji bo vê biryarê siberoja bi hezaran zarokan winda bibe, ew ê bi rê û rêbazên rewa daxwaza zimanê xwe yê dayîkê bikin û divê zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bê qebûlkirin.

(np)

ANHA