Beşdarên konferansa Kongra Star: Di vê pêvajoyê de hevgirtin pêdiviyeke girîng e

Beşdarên konferansa Kongra Star ku li Kobanê hatibû lidarxistin, diyar kir ku di pêvajoya heyî de yekbûna dengê jinan û hevgirtina wan pêdiviyeke girîng e.

Beşdarên konferansa Kongra Star: Di vê pêvajoyê de hevgirtin pêdiviyeke girîng e
Beşdarên konferansa Kongra Star: Di vê pêvajoyê de hevgirtin pêdiviyeke girîng e
Beşdarên konferansa Kongra Star: Di vê pêvajoyê de hevgirtin pêdiviyeke girîng e
Beşdarên konferansa Kongra Star: Di vê pêvajoyê de hevgirtin pêdiviyeke girîng e
Beşdarên konferansa Kongra Star: Di vê pêvajoyê de hevgirtin pêdiviyeke girîng e
21 mijdar, 2026   12:54
KOBANÊ
SILAVA OMER

Konferansa Kongra Star bi beşdariya bi hezaran jinan li Kobanê hat lidarxistin. Di konferansê de ku ji bo nirxandina xebatên 2 salên borî û diyarkirina plansaziya 2 salan hatibû organîzekirin, beşdaran bi berfirehî nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî parastin û pêşxistina mafên jinan parve kirin.

Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş têkildarî konferansê axivî û diyar kir ku ev konferans ji bo bîranîn û xwedîderketina li hemû jinên ku di şoreşên azadiyê de, bi taybet di şoreşa Sûriyeyê de li ber xwe daye, hat lidarxistin.

Peyman Elûş bal kişand ser armanca sereke ya lidarxistina konferansê û got: “Di van demên dawîn de êrişên hikûmeta Sûriyeyê li dijî nirxên jinan zêde bûn. Ji destpêka van êrişan ve, bi taybetî der heqê jinan û nirxên wan de ku şoreşa jinan hate hedefgirtin, ji ber ku wan ji bingeh ve hebûna jinan qebûl nedikir. Vê yekê di nav civakê de tirs û fikar çêkirin.”

Peymanê diyar kir ku bi vê konferansê bersiva van êrişan didin û wiha pê de çû: "Em ê di qonaxa pêvajoya aştî û demokratîk de bibin bersiv. Em ê birêxistinkirina jinan xurt bikin, îradeya xwe bilind bikin û bi yekdestî bijîn da ku qonaxeke biaştî û ewlehî misoger bikin.”

Her wiha Xanim Hebo ku yek ji beşdarên konferansê bû, got: "Em ê bi hev re vê konferansê pîroz bikin. Bi taybet ez vê konferansê li jinên azad ên li serê çiyayan pîroz dikim."

Xanimê bal kişand ser rola girîng a Kongra Star û diyar kir ku Kongra Star ji bo hemû dayikan maf bi dest xistine û deriyên xwe ji bo tevahî jinan vekirine da ku bi hev re mafên xwe misoger bikin. Xanimê bang li dayik û jinan kir ku ji bo bidestxistina mafên jinan bi hev re tê bikoşin.

Yek ji beşdaran Cîhan Ehmed jî got: "Îro em bi sedan jin li vir di konferansa Kongra Star de kom bûne. Em gelekî kêfxweş in.”

Cîhan Ehmed bang li jinan kir ku bibin yek û wiha got: "Em daxwazê ji hemû jinan dikin ku bibin yekdest, da ku em li ser lingên xwe bisekinin, armanc û daxwazên xwe pêk bînin û ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê bi hev re bin.”

Her wiha rêvebera Kongra Star Nesra Derwîş got: "Di vê konferansê de bi sedan jin amade bûne da ku em di vê qonaxa hesas de bigihêjin armancên xwe. Divê em bibin yek da ku di pêşerojê de em bi hev re û bi yekdestî karên xweş û serkeftî di warê mafên jinan û birêxistinkirina wan de pêk bînin.”

ANHA