Bi barîna baranê re hêviyên cotkaran û sewaldaran geştir bûn

Barîna barana payîzê dilxweşî li gel cotkar û xwediyên sewalan çêkir, pisporên çandinyê dibêjin barana vê demê ji bo zeviyan û çêrandina sewalan bi sûd e.

Bi barîna baranê re hêviyên cotkaran û sewaldaran geştir bûn
Bi barîna baranê re hêviyên cotkaran û sewaldaran geştir bûn
Bi barîna baranê re hêviyên cotkaran û sewaldaran geştir bûn
Bi barîna baranê re hêviyên cotkaran û sewaldaran geştir bûn
Bi barîna baranê re hêviyên cotkaran û sewaldaran geştir bûn
10 mijdar, 2026   07:50
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Bi destpêkirina barîna baranê di demsala payîzê de, hêviyên cotkar û xwediyên sewalan ji bo vejîna zevî û çîmenên xwezayî nû kir. Baran wek çavkaniyeke sereke ya avê, di amadekirina zeviyan ji bo çandiniya demsala zivistanê û geşbûna giya û çîmenan de roleke girîng dilîze.

Barîna baranê di vê demsalê de ji bo sektora çandiniyê girîng e. Şilbûna axê şertên guncaw ji bo çandina genim, ceh û berhemên din ên çandiniyê peyda dike. Her wiha, avdana xwezayî ya zeviyan dikare alîkariya cotkaran bike.

SÛDA BARANA PAYÎZÊ JI BO SEWALDARIYÊ

Ji aliyê sewaldariyê ve jî, baran ji bo nûbûna çîmen û mêrgên xwezayî girîng e. Bi geşbûna giya û nebatên xwezayî, çavkaniyên êm ji bo pez zêde dibin û derfetên çêrandina sewalan li herêmên baştir dibin.

Her wiha, peydabûna mêrgên xwezayî dikare giraniya lêçûnên kirîna êmê sewalan kêm bike û piştgiriyê bide aboriya malbatên ku debara xwe bi sewaldariyê dikin.

Cotkar û xwediyên sewalan hêvî dikin ku berdewamkirina barana bibe sedema vejîna zevî, dewlemendbûna mêrgên xwezayî û başbûna rewşa çêrandinê.

SÛDA WÊ JI BO ÇANDINIYÊ

li gorî pisporên çandiniyê Ramî Elmithî barîna baranê ji bo başbûna rewşa axê, zêdebûna şilahiya erdê û amadekirina zeviyan ji bo çandiniya zivistanê xwedî roleke bingehîne.

Elmithî destnîşan kir ku baran ne tenê ji zeviyan  re girînge, lê ji bo sewaldariyê jî xwedî giringiyeke mezin e, ji ber ku şilbûna axê dibe sedema vejîna giya û çîmenên xwezayî û zêdebûna çavkaniyên êm ji bo sewalan.

Di dawî de Ramî Elmithî da zanîn ku barîna barana payîzê yek ji faydeya ew e jî ku hewa ji tozê paqij dike û xwezayê xweş dike. Di heman demê de bi baranê re gelek giya derdikeve ev yek lêçûna êmkirina sewalan kêm dike.

(k)

ANHA