Bi dikaneke biçûk rêya vegera li pîşeya xwe vedike

Dayika 4 zarokan Şehnaz Mihemed bi vekirina dikaneke biçûk li mala xwe li beramberî rewşên zehmet ên jiyanî rawestiya û ji bo pêkanîna hêviyên xwe di nava hewldanan de ye.

Bi dikaneke biçûk rêya vegera li pîşeya xwe vedike
16 mijdar, 2026   07:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Dayika 4 zarokan Şehnaz Mihemed (50) ji gundê Xirbê cihûyan ê herêma Aliyanê ya Çilaxayê ye. Berî 25 salan Şehnaz li paytexta Sûriyeyê Şamê kargeghek çêkirina şêraniyan û dikaneke firotina wan vekiribû. Bi vê yekê fêrî çêkirina gelek cûreyên şêraniyê bû.

Di sala 2011‘an de an ku bi destpêka aloziya Sûriyeyê û rûdana şer li gelek deveran re, Şehnazê vegeriya gundê xwe û hezkirina wê ya li hemberî çêkirina şêraniyê pê re ma û dixwest heman karê li Şamê kiriye li warê xwe bidomîne. Lê  rewşa tenduristî ya zehmet a ku malbata wê tê re derbas dibe li pêşiya hêviya wê bibû kelem. Nexweşiya piştê ya bi hevjînê wê re ku ji ber nema dikare bixebite, di heman demê de nexweşiya damarî ya bi keçek wê re bûn sedem ku dûrketina bi seaetên dirêj a Şehnazê ji malê zehmet be, nemaze ku berpirsyartiya malbatê ji wê tê xwestin.

JI ODEYEKE LI MALÊ BER BI PROJEYEKE BIÇÛK VE

Şehnaz ji bo debara malbatê bi cih bîne, odeyekê di mala xwe de veguherand firoşgeheke biçûk a xurek, sebze û madeyên paqijiyê. Destpêka vê projeyê ne bi hêsanî pêk hat, lê di xwegihandina bazirgan û belavkarê kel û pelan de zehmetî dîtin, lew ra eçar ma ji bo kirîna pêdiviyan, amadekirina dikana xwe ew bi xwe li bajarê Çilaxa û Girkê Legê geriya.

Bi demê re, xizmên wê yên dikankdarên li bajarê Tirbespiyê alîkariya wê kirin û hişt ku ew xwe bighîne hejmarek bazirgan û belavkaran, ev hişt ku gav bi gav karê xwe pêşbixe.

Li kêlek zehmetiyên madî û xebatê, Şehnaz ji ber rêvebirina dikana xwe, dan û stendina bi xelkê û bazirgana re, çûyîna kirîna kel û pelan, ji hêla derdorê ve yên li gund rastî nerîn û rexneyan hat.

Şehnaz dibêje ku ew rê nade ev rexne li pêş xwestekên wê bibe asteng û nêrînên ku xebata jinan di malê de sînordar dibînin red dike.

Şehnaz diyar kir ku rexneyên ku rastî wê hatin hişt ku ew bi israr dikana xwe pêşbixe û ji her kesî re isbat bike ku hêza wê ya xebatê heye, dikare berpisyartiyê rake. Her wiha destnîşan kir ku jin dikare berhemdar be, dikare projeya xwe ya taybet û mala xwe pê re jî birêvebibe.

Şehnaz diyar kir ku tecrubeya wê ne tenê hewildana ji bo dabînkirina pereyên zêde bû, ew derfetek bû ji bo ku bê naskirin ku jin dikare bi xwe xebatê xwe birêvebibe.

XEWNA ŞÊRANIYÊ HÎN HEYE

Tevî mijûlbûyîna wê birêvebirina dikanê re, Şehnaz dest ji hêviya xwe yekemîn a çêkirina şêraniyê bernedaye, ew dixwaze di hundirê mala xwe li vê xebatê vegere, ew şêraniyên cur be cur çêdike û di dikana xwe de difroşe, li gorî derfet û rewşa malbata xwe daxwazan ji xelkê digire û ji wan re şêraniyê çêdike.

Şehnaz daxwaz ji jinan kir ku dest ji xewnên xwe bernedin, li xebateke li gorî rewş û derfetên xwe bigerin.

(sb)

ANHA