Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike

Bi nêzîkbûna zivistanê re metirsiyên welatiyan ên der barê dabînkirina sotemeniya germkirinê de zêde dibin. Hîna pêvajoya belavkirina mazotê ji bo malbatan dest pê nekiriye ku ev yek jî bûye sedema nerazîbûnê.

Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
Bi nêzîkbûna zivistanê re pirsgirêka mazotê metirsiyên şêniyan zêde dike
24 îlon, 2026   07:30
KOBANÊ

Welatiya bi nave Hedlê Hesen der barê pirsgirêka nebûna mazotê de got: “Wekî her kes dibîne ku ev cara yekem e ku bihabûna sotemeniyê digihêje vê astê.”

Hedlê Hesen bal kişand ser belavnekirina mazotê jî û got: “Her sal beriya zivistanê mazot li welatiyan dihat belavkirin, lê îsal heya niha tevî bihabûna mazotê jî, lê hîna mazota zivistanê li welatiyan belav nebûye.”

Welatiyê bi navê Edman Mihemed diyar kir ku piştî bihabûna sotemaniyê li Kobanê kar kêm bûye. Mihemed bal kişand ser bihabûna mazotê û got: “Ev bihabûn û nebûna mazotê kareseteke jiyanî ya mezin bi xwe re aniye, ji bo vê yekê em ew biryara hikumeta Şamê ya bihakirina mazotê red dikin û tu car qebûl nakin.”

Ednan Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: “Em hêvî dikin ku mazota zivistanê li welatiyan bê belavkirin û buhayê mazotê wekî berê be.”

Leyla Ehmed jî got: “Heya niha tu hazirî ji bo belavkirina mazota zivistanê nehatiye kirin. Welatî di tirsa wê yekê de ne ku mazot ji bo wan neyê peydakirin. Her sal ruxmî zor û zehmetiyan jî Rêveberiya Xweser mazota zivistanê belav dikir. Îro hikumeta veguhêz bê deng e.”

Di dawiyê de Leyla Ehmed ev bang li aliyên eleqedar kir: “Em wek gelê Kobanê daxwaz dikin beriya zivistanê mazota were peydakirin.”

(ct)

ANHA