Bi rêya şanoyê xwedî li çîrokan derdikevin

Li Kobanê Festîvala Şanoyê ya Arîn Mîrkan û Zulfên Aştiyê ya 4’emîn di roja xwe ya duyemîn de bi amedebûna gelek koman berdewam kir.

Bi rêya şanoyê xwedî li çîrokan derdikevin
31 cotmeh, 2026   12:30
KOBANÊ
CÎHAN TEMÎ

Li bajarê Kobanê ji bo bîranîna fermandar Arîn Mîrkan ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî pêk anîbû, her sal Festîvala Şanoyê ya Arîn Mîrkan û Zulfên Aştiyê tê lidarxistin.

Festîval ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve û bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi dirûşma “Ji her bajarekî çîrokek, ji her dilekî romanek” hatiye organîzekirin.

Endamê komîteya amadekar a festîvalê Hisên Xanî der barê girîngiya festîvalê de ji ajansa me re axivî.

Hisên Xanî got: “Îsal festîval li hola Navnda Çand û Hunerê ya Baqî Xido tê lidarxistin û dê 6 rojan dewam bike. Ji ber ku me dît di van 15 salên dawiyê de, her bajarek û gundên Sûriyeyê bi hezaran çîrok tê de çêbûn, me jî xwest bi rêya şanoyê xwedî li wan çîrokan derkevin.”

Hisên Xanî di berdewama axaftina xwe bal kişand ser beşdariya festîvalê û wiha got: “Îsal festîval bi atmosfereke bicoş a bi beşdarbûna şêniyên Kobanê, sazî û dezgehên wê, şanoger, derhêner, nivîskar û lîstikvanên ji Şam, Reqa, Efrîn, Cizîr, Efrîn û Kobanê bi rê ve diçe. Her sal festîvala şano di salvegera şehadete fermandar Arîn Mîrkan (5’ê Cotmehê) de tê lidarxistin, lê ji ber hin şert û mercan festîval bi derengî ket.”

Xanî ev gotin li axaftina xwe zêde kir: “Mebesta me ji festîvalê ew e ku her nivîskar, şanoger, derhêner, lîstikvan li bajarê Kobanê li hev bicivin û nirxandineke baş ji bo pêşxistina asta şanoyê li tevalî Sûriyeyê pêk bînin û em xwedî li têkoşîna Arîn Mîrkan derkevin.”

Di dawiyê de Hisên Xanî banga tevlêbûnê kir û got: “Divê em xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin, ji ber ku ew nirxêm me yên herî pîroz in.”

Festîval dê heta 4’ê Mijdarê bidome.

ANHA