‘Bi yekitiyê em ê li hember hişmendiya baviksalar tê bikoşin’

Beşdarên meşa 25`ê Mijdarê da zanîn ku ew ê bi yekitiyê li hember hişmendiya baviksalar tê bikoşin û dawiyê li tundî û paşguhkirine bînin.

‘Bi yekitiyê em ê li hember hişmendiya baviksalar tê bikoşin’
25 mijdar, 2026   16:05
QAMIŞlO
JÎNDA DILSOZ

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan (25`ê Mijdarê) jin ji hemû bajarên herêma Cizîrê tev li meşê bûn.

Berdevka Kongra Star a Til Temirê Ronaz Yûnis axivî û got: "Yek peyama me heye, ew jî na ji tundiyê re ye. Îro em bi hêz û yekîtiya hemû jinan dikarin li hember hişmendiya baviksalar tê bikoşin û dawî li tundiya li ser jinan bînin."

Hacer Mihemed a ji Qamişloyê jî got: "Ev roj ji bo hemû jinan gelekî girîng e. Em tundiya li ser jinan qebûl nakin. Piştî me fikra azad nas kir, em ji kevneşopên ku jinan di malê de qeyd dike, rizgar bûn. Îro bi hemû rê û rêbazan em tê dikoşin da ku deskeftiyên xwe biparêzin. Bi yekitiyê em xurttir in û kesek nikare me têk bibe. Em ê ji hemû aliyan ve têbikoşin, deskeftiyên jin biparêzin û jinan ji qeydên kevnar ê civakê rizgar bikin."

Her wiha berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloyê Ronaz Îbrahîm axivî û got: "Ez bang li hemû jinan dikim ku li hev kom bibin û yekitiya xwe çêkin da ku bikarin dawî li tundiyê li ser jinan bînin."

(np)

ANHA