Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike

Şêniyên li bajarê Hesekê ji ber bilindbûna buhayên madeyên sereke û sotemeniyê, kêmbûna mûçeyan û nebûna xizmetguzariyê, bi taybet bi nêzîkbûna zivistanê re di nava zehmetiyan de ne, şênî daxwazan dikin ku mûçe werin zêdekirin û mazota germkirinê were dabînkirin.

Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
Bihabûn û nebûna xizmetguzariyê rewşa şêniyan zehmet dike
12 mijdar, 2026   04:50
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Rewşa debarê ya li bajarê Hesekê dijwar bûye, şênî ji ajansa me re der barê rewşê, astengiyên ku dibînin û nebûna xizmetguzariyê de axivîn. 

Sead Dibis da zanîn ku buhayên madeyên xwarinê li sûkê li her cihekî bi awayeke cuda ye, ev yek ji ber rewşa aborî ya xerab, nebûna fatoreyên madeyan û çavdêriyê rû dide.

Sead Dibis diyar kir ku buhayê pareke rûn ji 80 hezar bûye 115 hezar lîreyên Sûriyeyê û zivistan tê buhayê bermîleke mazota germkirinê bi 3 mîlyon û nîv lîreyan e.

Sead Dibis got: “Zarokên me yên biçûk hene, heke em mazotê nekirin, em ê pereyên ku bidin bermîla mazotê, bidin bijîşkan da ku zarokên me rehet bikin.”

Dibis destnîşan kir ku hinek bazirgan vê rewşê bikartînin û di heman demê de çavdêrî tune ye, ev dibe sedema ku rewşa jiyanî zehmetir bibe, li kolanan jî parsekî zêde dibe, gelek malbat jî ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke, destekdayîna xwe ji derveyî welat digirin.

MÛÇE NE LI GORÎ BUHAYAN IN

Ferhad Ehmed da zanîn ku mûçe kêm in têra pêdiviyên jiyanê yê rojane nakin, mûçeyê karmendekî di navbera mîlyon û mîlyon û 200 hezarên Sûriyeyê de ye, ev buha têra pêdiviyên esasî nake.

Ferhad Ehmed diyar kir ku serdaneke tenê ji bo dikanekê daxwaza 150 hezar lîreyan dike, rojane 150-200 hezar lîre tên xerckirin, divê herî kêm mûçe 6 mîlyon lîre be.

Ehmed destnîşan kir ku kirîna bermîleke mazot bi mûçeyên 3 mehan tê kirîn, ev dihêle ku dabînkirina mazota germkirinê zehmetiyeke mezin ji bo karmend û malbatên wan ava bike.

Her wiha Ferhad Ehmed da zanîn ku kehrebe jî 2-3 saetan dighêje taxa wan, ew jî di saetên dereng ê şevê de tê, av hîn qut dibe bi taybet li taxên ku xaka wê bilind e.

DAXWAZÊN DABÎNKIRINA XIZMETGUZARIYAN

Hemîd El Hisên diyar kir ku li herêmê derfetên kar tune ne, xizmetguzarî kêm e û sotemenî biha ye, ev barê malbatan zêde dike, bi taybet malbatên ku zarokên wan û kesên bi temenê xwe yên mezin hene rastî bareke herî giran tên.

El Hisên destnîşan kir ku kêmbûna mûçeyan û nebûna asyonên çareseriyê dihêle ku rewşa karmend û karkeran nebaş be, ji ber mûçe têra jiyana şêniyan nake, vekirin daîreyên fermî û zêdekirina derfetên kar çareseriyê ava nake.

(sb)

ANHA