Bihabûn zextê li malbatên herêma Cizîrê dike

Malbatên li herêma Cizîrê di demekê de ku buhayên kel û pelan bilind dibin, rastî rewşeke jiyanî ya zehmet tên, piştî bihakirina sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz ve û mûçeyên ku têra vê bihabûnê nakin, malbat ji neçarî kirîna pêdiviyên sereke jî kêm dikin.

Bihabûn zextê li malbatên herêma Cizîrê dike
Bihabûn zextê li malbatên herêma Cizîrê dike
Bihabûn zextê li malbatên herêma Cizîrê dike
Bihabûn zextê li malbatên herêma Cizîrê dike
29 îlon, 2026   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî derxistina biryarên girêdayî aboriyê ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, bilindkirina buhayên gumrika li ser madeyên ku ji derveyî herêmê tên, bihabûna sotemeniyê, aloziya pereyên nû, derengmayîna dayîna pereyên cotkaran û mûçeyên karmendan, malbat zehmetiyan dibînin.

Ev alozî bandorê li jiyana şêniyan, bi taybet a şêniyên li herêma Cizîrê dike, li herêmê pêvajoya entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser pêk tê, şênî diyar dikin ku piştî ku di çarçoveya pêvajoyê de rêveberiya deriyên sînorî, aş û zeviyên petrolê ji bo hikumeta veguhêz hatin veguhastin, pirsgirêkên aborî zêde bûn û bandor li hemû qadên jiyana wan hat kirin.

BIHABÛN VALAHIYA DI NAVBERA MÛÇE Û XERCKIRINÊ DE FIREH DIKE

Şêniyê bi navê Remedan Xelef bavê 4 zarokan e, karmendek e ku mehane milyonek û 5 hezar lîreyên Sûriyeyî wwerdigire. Nisrîn Hemdûn jî karmendek e. Emîra Xelef piştî wefata dayik û bavê xwe, xwişka xwe ya nexweş derman dike, debara xwe li gorî pereyên ku ji destekdayîna jê re tên dike.

Remedan Xelef û Nisrîn Hemdûn destnîşan kir ku berê mûçeyên wan ji bo dabînkirina beşeke mezin a pêdiviyên malbatê têrê dikir, lê piştî xerabbûna rewşa jiyanî ew mûçe nema têra pêdiviyên wan ên esasî dikin.

Xelef û Nisrînê da zanîn ku ew vê salê ji bo kirîna pêdiviyên dibistanê yên zarokên xwe neçar mane deyn bikin, ev dihêle dûra vî deynî bi mûçeyên xwe yên ku têra tiştekî nake vegerînin. Ji bo dabînkirina mazota germkirinê di zivistanê de metirsiyên an hene û buhayê bermîleke mazotê ya 200 lîtreyî bûye bi 3.5 milyon lîreyê Sûriyeyê yê berê anku nêzî 250 dolarî, di salê de ji bo zivistanê malbat bi hacetî 700 lître mazot in.

MALBAT JI BO DABÎNKIRINÊ DEST JI HIN ERKÊN XWE BERDIDIN

Li hember zêdebûna buhayê lêçûnê, hinek malbatan demên xwarinên xwe kêm kirine, zarokên xwe bêyî pere dişînin dibistanan û dest ji hejmareke pêdiviyên esasî yên rojane berdane.

Di vê çarçoveyê de her sê şêniyan da zanîn ku ew tenê av, kehrebe û nan dabîn dikin, destnîşan kirin ku piştî radestkirina aşan ji bo hikumetê her roj nan nayê peydakirin, ev dihêle ew nanê din bi pereyên zêdetir bikirin.

Bi bilindbûna buhayan re bi awayekî berbiçav tevgera li sûkan kêm bûye, di hin rojan de tevger tune ye, malbatan diyar kir ku kirîna gelek tiştan taloq dikin.

(sb)

ANHA