Bihabûna barê şêniyên Hesekê giran dike

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê diyar kir ku rewşa jiyanî zehmet dibe û daxwaz kir ku buhayên sotemeniyê û kel û pelên sereke bên kêmkirin.

Bihabûna barê şêniyên Hesekê giran dike
Bihabûna barê şêniyên Hesekê giran dike
Bihabûna barê şêniyên Hesekê giran dike
Bihabûna barê şêniyên Hesekê giran dike
Bihabûna barê şêniyên Hesekê giran dike
Bihabûna barê şêniyên Hesekê giran dike
8 mijdar, 2026   05:15
HESEKÊ

Şêniyên li bajarê Hesekê û gundewarên wê ji ber bilindbûna buhayên madeyên xwarinê, sotemenî, derman, nekarîna kirîna pêdiviyên sereke gazincan dikin, şênî ji aliyên peywendîdar ên hikumeta veguhêz, bi taybet bi nêzîkbûna zivistanê re, dixwazin ku ji bo rakirina zehmetiyan rêkaran pêk bînin. 

Şêniyê ji taxa Xiwêran ê bi navê Mihemed Salih El Eyûb da zanîn ku rewşa jiyanî her ku diçe zehmettir dibe, bi taybet ji bo kesên ku mûçeyên wan ên mehane tune ne.

El Eyûb destnîşan kir ku bilindbûna domdar a buhayên kel û pelan û pê re jî bihabûna sotemeniyê jî zehmetiyên şêniyan zêdetir kirine. El Eyûb daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku ji bo malbatên bihacet destekdayîna madeyên xwarinê pêşkêş bikin, sotemeniyê û madeyên xwarinê li gorî asta rewşa civakê erzan bikin.

El Eyûb da zanîn ku dabînkirina pêdiviyên xwegermkirinê îsal gelekî zehmet bûye, rewşa aborî giran e, lîtreyeke mazotê bi 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyî ye.

Ciwanê ji taxa Xiwêran ê bi navê Enwer El Salih jî nerazîbûna xwe li hember rewşa jiyanî nîşan da û diyar kir ku bilindbûna buhayên sotemeniyê û madeyên esasî, nebûna kehrebeyê hiştiye ku jiyana rojane gelekî zehmet bibe.

El Salih destnîşan kir ku pereyên rojane yên ku ew ji xebatên xwe digirin, dighêje 75 hezar lîreyan, ev pere ne li gorî bihabûna domdar a madeyên xwarinê û dermanan e.

Enwer El Salih bang li hikumetê kir ku li rewşa şênî û xebatê binêre, buhayên mazotê, madeyên xwarinê û derman kêm bike.

Şêniyê ji gundewarên rojhilatê Hesekê Mihdî El Siûd jî diyar kir ku ji ber bihabûna mazotê rewş zehmet dibe û wiha anî ziman: “Bihabûna sotemeniyê bi awayekî yekser bandor li kirêya çûn û hatinê jî kiriye, li aliyekî din madeyên xwarinê jî biha bûne.”

El Siûd bang li aliyên peywendîdar kir ku sotemeniyê bi buhayên guncaw dabîn bikin.

(sb)

ANHA