Bihabûna sotemeniyê xeterî li ser çandina genim û sebzeyan çêdike

Xelkê herêma Cizîrê ji ber bihabûna mazotê û dereng xistina dayîna pereyên genim di demsala çandiniyê ya payîzê zehmetî dibînin. Hinek ji cotkaran genim û sebzeyên zivistanê neçandin.

Bihabûna sotemeniyê xeterî li ser çandina genim û sebzeyan çêdike
Bihabûna sotemeniyê xeterî li ser çandina genim û sebzeyan çêdike
Bihabûna sotemeniyê xeterî li ser çandina genim û sebzeyan çêdike
16 cotmeh, 2026   04:55
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Cotkarên herêma Cizîrê ji ber gelek sedeman nikarîbûn zeviyên xwe biçînin, ew dibêjin dereng mayîna dayîna pereyên genim bû sedema ew nikarbin tov û gubre bikirin, mazotê peyde bikin û kirya traktoran bidin. Ji xwe cotkaran gotin wan hîna deynê xwe yê demsala çinînê nedane û gelekî li ser wan zehmete ku amadekariya demsala çandinê ya nû bikin, ne tenê ev, her wiha hin cotkaran dev ji çandina genim û hin jî zebzeyên demsala zivistanê neçandin.

NIKARIN ÇANDINIYÊ BIKIN

Ji gundewarên Tirbespiyê cotkar Dilbirîn Yûsif got: "Her sal di vê demê de me erdên xwe cot dikir, lêçûna çandina erdan zêde ye û mazot biha ye. Ji bo cotkirine xwediyê traktoran daxwaza pereyekî zêde dike. Me hîna hemû pereyên xwe yên genim wernegirtine, mazot jî biha ye, em ê di vê rewşê de çawa çandiniyê bikin? Em daxwaz dikin ku aliyên têkildar bi lez pirsgirêkên me çareser bikin û pêdiviyên me yên wekî mazota bi nirxekî kêm pêk bînin."

SEBZEYÊN ZIVISTANÊ JÎ KÊM ÇANDIN

Cotkar ji Qamişloyê Şahîn Silêman jî got: "Mazot biha ye û em nikarin jeneratoran vêxînin da ku em zeviyên xwe av bidin. Îsal em sebzeyan naçînin, em dizanin em tê de winda bikin."

Di salên borî de komîteyên çandiniyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîtreya mazotê bi hezar û 300 lîreya Sûrî dida cotkaran. Ji bo bîrên mezin her donimek 20 lîtir mazot, ji bo koperatîfên çandiniyê her donimek 10-12 lîtir, ji bo erdên nêzî ava Firatê 10 lîtir û dema elektirîk hebane 5 lîtir mazot dida.

Di demsala cotkirine de jî ji bo her donimek 5 lîtir mazot dihat dayîn.

Di demsala çandiniyê ya havînê de jî ji bo pembû her donimek 20 lître, ji bo sebzeyên havînê her donimek 10 lître û ji bo darên fêkî û zeytûnan her donimek 5 litir didan.

Îsal hikûmeta veguhêz di meha îlonê de mazot biha kir û niha lîtreya mazotê bi 17 hezar û 500 lîreyî ye.

ÎSAL LÊÇÛNA GENIM

Îsal barê cotkaran bi taybet ji bo erdên têne avdan gelekî girane, lîtreya mazotê bi 1.25 dolarê Amerîkî û lêçûna çandiniyê gelekî zêde ye. Ji bo cotkar 1 donim erd cotbike pêdiviya wî bi 5 lîtreya mazotê heye û bihayê wê 6.25 dolar e, tov jî 25-30 kg bi 12-15 dolarî ye, gubre nêzî 35 dolarî ye, kirya çinînê 12-15 dolar, derman ji bo kêzikan 5 dolar, mazota avdanê jî her donimek pêdiviya wê bi 20 lître mazot heye û bihayê wê 25 dolar e.

Her sal divê 4-6 caran erdên xwe av bidin, ew jî li ser rewşa baranê dimîne, her donimek bi 100-150 dolarî tê avdan û ji bo cotkaran bargiranî ye.

Tov û gubre jî biha ye, her tonek tov nêzî 430-500 dolarî ye û tonek gubre nêzî 140 dolarî ye.

li gorî hatî lêkolînkirin her donimek ji erdê avî digihêje 185 dolar û dibe ku 240 dolar jî be.

Her wiha cotkar ji bo erdê xwe biçîne 300-400 kg tovê genim dikire û bihayê wê digihêje 330-340 dolarî. Heke tov biha bibe û her tonek bi 340 dolarî be û ji bo donimekî 500 kg were bikaranîn wê demê dahatû digihêje 170 dolarî.

PIRSGIRÊKÊN ABORÎ ZÊDE DIBIN

Cotkaran anî ziman ku heke ew genim û sebze neçînin dê bandorê li ser rewşa herêmê ya aborî bike. Dema genim kêm were çandin bandorê li ser ard û nan dike û bazirgan dê ard ji derveyî Sûriyeyê bînin. Sebze jî heke neyên çandin bazirgan dê sebze jî ji derveyî Sûriyeyê bînin û biha bifroşin.

Her wiha cotkaran diyar kir ku mesrefên hilberînê û dereng mayîna pereyên genim dibe sedema ku cotkar genim îsal neçînin. Heke genim û sebzeyên zivistanê neyên çandin bazirgan dê ji derveyî Sûriyeyê bînin û bifroşin, ev yek dê bibe sedema kel û pel biha bibin.

COTKARAN BANG LI ALIYÊN TÊKILDAR KIR

Cotkarên herêmê bang li aliyên têkildar kirk u pereyên wan ên genim zû bidin û mazota xizmetguzariyê ji wan re peyde bikin û berî dem derbas bibe destbi cotkirina erdên xwe bikin û tov û gubre bikirin.

(np)

ANHA