Bihabûnê bandor li amadekariyên zivistanê jî kiriye

Li bajarê Dirbêsiyê jin ji ber bihabûnê nikarin amadekariya zivistanê bikin.

Bihabûnê bandor li amadekariyên zivistanê jî kiriye
Bihabûnê bandor li amadekariyên zivistanê jî kiriye
Bihabûnê bandor li amadekariyên zivistanê jî kiriye
Bihabûnê bandor li amadekariyên zivistanê jî kiriye
Bihabûnê bandor li amadekariyên zivistanê jî kiriye
Bihabûnê bandor li amadekariyên zivistanê jî kiriye
15 mijdar, 2026   05:53
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Li herêma Cizîrê û bi taybet li Dirbêsiyê jin li gorî derfetên xwe amadekariyên zivistanê dikin. Amadekariyên zivistanê li gel wan çandeke kevnare ye.

Yazê Mihemed ji meha Îlonê ve dest bi amadekariya zivistanê kiriye. Gelek cureyên xwarinê mîna zeytûn, penîr, masê kewandî û mekdûs çêkirine. Îsot hişk kirine û dimsa hinaran çêkiriye.

Yazê ji 20 salî ve xwe fêr kiriye amadekariya zivistanê bike. Ew dibêje amadekirina zivistanê yek ji çanda wan a kevnar e, lê îsal her tişt biha bûye û xwarin gelekî kêm amade kirine.

Yazê got ew fêr bûne ku her sal amadekariya zivistanê bike û pêdiviyên xwe yên ji bo zivistanê pêk bînin lê îsal ji ber bihabûna kel û pelan nekarîne.

(np)

ANHA