Bilindbûna buhayê mazotê bi hatina zivistanê re fikarên şêniyan zêde dike

Şêniyên Til Temirê û gundên wê bi nêzîkbûna zivistanê re ji bo peydakirina mazotê gelek zehmetiyan dikişînin. Şêniyan xwest mazot bi buhayên kêm were belavkirin.

Bilindbûna buhayê mazotê bi hatina zivistanê re fikarên şêniyan zêde dike
Bilindbûna buhayê mazotê bi hatina zivistanê re fikarên şêniyan zêde dike
Bilindbûna buhayê mazotê bi hatina zivistanê re fikarên şêniyan zêde dike
Bilindbûna buhayê mazotê bi hatina zivistanê re fikarên şêniyan zêde dike
Bilindbûna buhayê mazotê bi hatina zivistanê re fikarên şêniyan zêde dike
Bilindbûna buhayê mazotê bi hatina zivistanê re fikarên şêniyan zêde dike
3 mijdar, 2026   04:15
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Bi nêzîkbûna zivistanê re, fikarên şêniyên bajarê Til Temirê û gundewarên wê ji ber nebûna mazota germkirinê û buhayên bilind ên sotemeniyê, zêde dibin.

Îbrahîm Elî El Newaf ê ji gundewarên Til Temirê li herêma Çiyayê Ebdulezîzê, got buhayên bilind ên sotemeniyê û zehmetiya bidestxistina wê bûne barekî giran li ser şêniyan û lêçûna rêwîtiya bi otomobîla wî ya taybet ber bi bajarê Til Temirê ve digihêje milyonek lîreyê Sûriyeyê yê kevn.

El Newaf destnîşan kir ku şêniyan hîn jî mazota germkirinê wernegirtiye, tevî ku zivistan nêzîk dibe jî, ev rewş di nav malbatan de dibe sedema fikaran. Bandorên vê rewşê ne tenê bi şert û mercên jiyanê ve sînordar in, lê di heman demê de bandorê li wan dike. Li gorî El Newaf, hin şênî neçar in ku daran bibirin da ku ji bo germkirinê bi kar bînin.

Leyla Silêman Hesen a ji bajarê Til Temirê diyar kir ku derengketina belavkirina mazota germkirinê û buhayên bilind ên sotemeniyê êşa şêniyan, bi taybet kal û pîr, nexweş û malbatên kêmdahat, zêde dike.

Leylayê diyar kir ku gelek malbat nikarin ji ber lêçûnên jiyanê, mazota germkirinê bikirin.

Der barê mijarê de ajansa me ANHA`yê bi Komîteya Sotemeniyê ya li Til Temirê re têkilî danî. Komîteyê diyar kir ku hîn ji hêla Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz ve der barê belavkirina mazota germkirinê rêkar nehatine danîn û mazot bipiştgirtî negihaştiye her du benzînxaneyên bajêr.

 (k)

ANHA